Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duhî roja çarşemê pêşwaziya serokê desteya danustandinên Sûriyê Dr. Nesir Elherîrê kir, û ligel sercem pêşhatên herêmî û navdewletî yên berî lidarxistina geşta bê ya danustandinan gengeşe kirin, tevî gengeşekirina encamên geşta serdana desteya danustandinan ya li çend welatan, û bi taybetî serdana vê dawiyê ya Rûsiya.
Dr. Elherîrî ji aliyê xwe ve supasiya Tirkiyê kir li ser pêşkêşkirina piştgiriya xwe bo gelê Sûriyê ji bo bidestxistina mafên wan û avakirina dewleteke dîmokrat ya têde mafên sercem hemwelatiyan parastî be.
Serokê Tirkiyê ji aliyê xwe ve, piştgirî û alîgiriya xwe ji karê desteya danustandinan re û hewlên wê yên ji bo cêbicêkirina biryarên navdewletî anî ziman, û tekez kir ku helwesta Tirkiyê guncayî ye ligel dabînkirina daxwazên gelê Sûriyê.
Herwiha serokê Tirkiyê tekez kir ku welatê wî bi heman çavî li hemû pêkhateyên gelê Sûriyê temaşe dike, û tişta niha Tirkiyê li bakurê Sûriyê dike; bi tenê li dijî milîsên terorîst e yên ligel Rijêmê beşdar in di kuştina gelê Sûriyê de, û di heman demê de gefa wan li ser ewlehiya Tirkiyê heye.
Serok Erdogan bal kişand ser ku ji bo ziyan negihên xelkê sivîl; dema oparesyonên leşkerî li bakurê Sûriyê dirêj bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî