Serokwezîrê Mexribê, Dr. Seid Eldîn El-Othmanî îro roja sêşemê pêşwaziya Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes al-Abda kir, yê niha bi serpirştiya şandek ji Hevbendiyê serdana Mexribê kiriye.
Civîn li ser pêşveçûnên dosya Sûrî yên berî destpêkirina civînên desteya destûrî ya ku dê sibê li Cenêvê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de dest pê bike rawestiya.
Civîn ji aliyê Mexirbê bi beşdariya wezîrê dewletê yê mafên mirov û karûbarên parlaman û parlamenter Mohamed Al-Twail, û ji alîyê Sûrî ve jî Uqab Yihya, Cîgirê Serokê Hevbendiyê, û Ehmed Remedan, endamê desteya siyasî amade bûn.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, Enes Al-Abda, pesnê helwesta serokatiya Mexrib ji şoreşa Sûrî da, ku yekem helwesta wê pejirandina navnetewî bi Hevbendiya Niştimanî di 12’ê kanûna yekem 2012 de bû, ku wezîr Al-Othmanî di wê demê de wezîrê derve bû, û paşî li ser rasparêdên Şah Mihemed Al-Sadis pêşwazî li penaberên Sûrî hate kirin, û alîkarî ji wan re hatine pêşkêşkirin.
Ji alîyê xwe ve, serokwezîrê Mexribê, Dr. Seid Eldin Othmanî, bal kişand li ser rewşa trajîk ya gelê Sûrî, hêvî xwest ku hewlên sîyasî serbikevin ji bo rawestandina rijandina xwîna Sûrî de di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de.
Serokwezîrê Mexribê, firavînek ji bo şanda Sûrî ya mêhvan pêşkêş kir, û di nav re rastiya şoreşa Sûrî û awayên danûstendinê ligel wî hatin gotûbêjkirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî