Seroka Birêveberiya Karûbarê penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Emel Şêxo, kuştina xortê Sûrî Zekeriya Xelîl Eltaha li Libnanê piştî ko derb li serê wî ketiye, pirotesto kir, û ji desthilata Libnanî daxwaz kir ku yekser vekolînê bike û berpirsiyarên bûyerê bike ber lêpirsînê.
Zekeriya yê ko li çayxanake libnanê li bajarê Seyda kar dikir, duh sibehê bi destê du xortên libnanî hate kuştin, û alavên ragehandinê diyar kirin ko her du xort serxweş bûn gava li pêşberî çayxanê rawestiyan û qehwe ji Zekeriya xwestin, lê piştî ko daxwaz derengî ma ew û zekeriya pev ketin û debançe berdan serê Zekeriya û kuşt.
Şêxo dibîne ko pareke mezin ji van tawanan dikeve hustê berpirsiyarên libnanî yên xwedanên dubarekirina gotara kînê , ji wan jî wezîrê derve Cibran Basîl, û tekez kir ku giring e gotarên nijaperestî lidijî penaberan rawestin û pabendî bi yasayên netewên yekgirtî bibe.
Û Şêxo bal kêşand ser ku rewşa gendeliyê li Libnanê ya salên bûrî, hiştiye areîşeyên abûrî mezintir bibin , û nabe ku ew penaberên Sûrî bikin sedem.
Herweha got ku beşdarbûna hizbullah( ya parek ji desthilatê ye ) di tawanên rêjîma Esed de li dijî sivîlan giringtirîn sedem e ko Sûrî koçber bibin.
Di dema dawî de zêdegavî û tawanên derheqê penaberên Sûrî li Libanê gelek caran çêdibin, digel daxuyaniyên nijadperestî ko berpirsiyarên Libnanî dibêjin, û tawanên kuştin û girtin û derîdadana dikanan hene.
Şêxo got tiştê derheqê penaberan dibe rêbazkirî ye, hişyarî da çi hewildanên neçarkirina Sûriyan bo vegera kotekî metisîdar in.
Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimaî