Îro roja şembiyê li Elmaniya, li Berlîna paytexa , wê xwepêşandanek bête lidarxistin bi helkefta bûrîna şeş salan di ser destpêkirina şoreşa Sûriyê re.
Balyozê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê li Elmaniya Besam Ele’budelah, diyar kir ku amadekarî temam bûn û bal kişand wê xwepêşand bi beşdariya gelek ji diblomatkar û berpirsên Elmanî bên lidarxistin, piştî şandina çendîn vexwendinameyan bi rêka nivîsîngeha balyoz li Elmaniya.
Balyoz bal kişand ku xelkê Sûriyê bi vê rojê dilsoziya xwe hersal bo welat dupat dikin “û soza xwe ya berdewamiya şoreşê heta bidestanîna serkeftinê û bidestxistina rûmet û azadiyê nû dikin”.
Ji aliyek din balyozê Hevbendiyê li roja 15 adarê di balyozxaneya Hevbendiyê de li Berlînê pêşwazî li balyoz “Endriyas Kiroger” serokê beşa Sûriya û Liban û Îraq û Hevpeymaniya dijberiya DAIŞ li wezareta derve ya Elmaniya û balyozê Elmaniya bo gotubêjên aştiya Sûriyê kir, herwiha bi amadebûna berêz Adriyan Bolman û Sibastiyan Noyibawer ji tîma Sûriyê li Wezareta derve ya Elmaniya.
Ele’budlah destxweşî li daxuyaniya rojnamevanî ya wezîrê derve yê Elmaniya “Sîgmar Cabrîl” ya bi helkefta bûrîna şeş salan li ser yekem xwepêşandana aştiyane li dijî rijêma Esed kir, û têde xuya kiribû ku Elmaniya wê “piştgir be ji bo bizavên NY ji bo aktîvkirina mêkanîzmên dadgehkirina berpirsyarên tawanên şer û yên dijmirov li Sûriyê”.
Û ji aliyê xwe, balyoz Kiroger dubare piştgiriya Elmaniya ji şoşera Sûriyê ya ji bo azadî û demokrasiyê dupat kir, û cext li ser helwesta negor û piştgir ji opozisyona Sûriyê re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûrî