Yekîneya Hemahengiya Piştgiriyê roja çarşemê li bajarê Xazî Entabê li Tirkiyê workşopek saz kir ji bo bihêzkirina pêwendiyên rêxistinî û peydakirina mîkanizmên hevkarî û hemahengiyê di navbera saziyên Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê de, bi amadebûna serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb û hejmarek ji kesayetiyên giring yên hikûmetê û Hevbendiya Niştimanî û Yekîneya Hemahengiya Piştgitiyê û encûmenên xwecihî.
Di workşopê de bêhtir bal hat kişandin li ser başkirina hevkariyê di navbera saziyan de (yekîneya hemahengî û piştgiriyê û hikûmeta demkî û encûmenên xwecihî de) bi armanca bilindkirina asta pirojeyên xizmetgozarî yên tên pêşkêşkirin ji navçeyên rizgarkirî re, nemaze piştî wêrankirin û têkbirina piraniya dezgehên jêrxana bingehîn û navendên xizmetgozarî û saxlemiyê li wan navçeyan, li ser destê rijêma Esed û milîsên palpiştên wê.
Û desteya serokatiya nû ya Hevbendiya Niştimanî, rêvebirina navçeyên rizgarkirî û pêşkêşkirina nimûneyeka şaristanî ji erkên xwe yên sereke dibîne, û hewl dide ji bo dubarekirina rola Hevbendiyê ya rasteqîn ya ji destpêka demezrandina xwe de li ser ava bûye.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf ,pêr, di hevdîtina xwe de ya ligel şanderê Nerwêjê “Kinot Îlîf Layin” diyar kir ku niha amadekarî dibin ji bo pêkanîna çend pirojeyan ji bo rêvebirina navçeyên rizgarkirî û pêşkêşkirina xizmetgozariyan ji xelkê re, û Sêf dewletên dost han dan li ser piştgiriya pirojeyên hikûmeta demkî yên bi armanca sivikkirina êş û azarên gelê Sûriyê yê dirindetirîn tawan li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê dijî wî hatine pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî