Îro roja înê li çend bajar û bajarokên Idlibê û tevlî navçeyên gundewarê Helebê û li bakurê Hemayê çend xwepêşandanên Mezin lidar ketin ji bo piştgiriya welatiyên sivîl li Idlibê û ji bo şermezarkirina her operasyoneke leşkerî ya rêjîma Esed û hevalbendên wê ya çavrêkirî li dijî herêma Idlibê, ya ku têde sê milyon sivîl dijîn ku nîvê wan bi zorê ji cih û warên wan ber bi idlibê ve hatine koçberkirin.
Çalakvanan diyar kir ku bi hezaran kes piştî nimêja înê li gundên Heleb, Idlib û Hamayê derketin xwenîşandanan ji bo ragihandina piştgiriya xwe ya tam ligel Idlibê û gundewarên wê li hember gefên rejîmê li ser êrîşkirina deverê û koçberkirina niştecîyên wê.
Ji aliyê xwepêşanderan alaya şoreşa Sûriyê hate bilindkirin, tevî sloganên li ser berdewamiya şoreşê û bidestanîna daxwazên xwe yên ji bo rûxandina rêjîmê û bidestxistina azadî û rûmetê.
Xwepêşanderan tekezî li ser berdewamiya pêdagiriyê li ser daxwazên xwe kir, û pankart bi “berxwedan bijardeya me ye” bilind kirin, weke amajekirinê bi amadekariya xwe ji bo rûbirûbûna her êrîşeke leşkerî ya çaverêkirî ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve.
Xwenîşanderan daxuyaniyên dawiyê yên nûnerê Netewên Yekbûyî, Staffan de Mistura, şermezar kirin, ku berî niha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ew wek “destpêka amadekariyê ji bo şerekî ji aliyê Rûsya û rêjîmê li ser kesên sivîl li Idlibê” dîtibû.
Hêjayî gotinê ye ku îro gundên başûrê Idlibê bi mûşekan hate bombebarankirin û bi taybetî navenda bajarê “Elhibît” ya ser bi Me’ert el-Ni’hman ve, û çalakvanan diyar kir ku deverên vala bi bombeyên valhî hatin topbarankirin, bê ku ziyan bigihên sivîlan.
Oparesyonên bombebaranê hevdem ligel firîna Firokeyên çavdêriyê hatin, her weha ligel metirsiya encamdana êrîşên asîmanî yên din li bajar û bajarokên din, û bergiriya sivîl li bajarokê “Eltemaniê” got ku navenda wê ji kar ket ji ber bombebarana duhî ya ji aliyê rejîmê ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî