Cîgerê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Ukab Yehya, got ku rêjîma Esed tevaya berpisyariya gihandina welat bo vê rewşa aborî ya xerab hildiger, û tekez kir ku rêjîma Esed samanên welêt di hewlên xwe yên vemrandina şoreşa Sûrî ya daxwaza bidestxistina azadî û rûmetê û damezrandina dewleteke li ser bingeha dadwerî û wekheviyê, xerc kirine.
Û Yehya di daxwiyaniyeke taybet de îro bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bi dilêşî azarên sivîlan yên bidestxistina parêyê jiyanê ji ber bilindbûna nirxê pêdviyan dişopînê, piştî erzanbûna nirxê leyreya Sûrî ta giha asta herî nizim di dîrokê de.
Û Yehya zelel kir ku ferzkirina siyaseta Esed ya nedurust di warê aborî de ya ku ji bo bercewndiya xwe ya kesayetî ye, û ne ji bo bercewndiya welêt û gelê Sûriyê, ew e ya ku nirxê leyreya Sûrî têk bir, û bû sedema rawestana aborî, û got ku divê em ji bîr nekin ku wêrankirina rêjîmê ji bisedan kargeh û baza û kompanîyan re û xerckirina pereyeke pir mezin li ser milîsên mezhebî, bû sedema ku bi milyonan gênc bêkar bimînin.
Û cîgerê serok berdewam kir û got: “Ta kengî welatiyê Sûrî dê karibe derdê bilindbûna mezin a nirxan û azarên jiyanê bikişîne” û tekezî kir ku çareserî li Sûriyê di riya rawestandina herifandina samanên welêt re ye, ya bi riya operasyonên leşkerî yên rêjîm li dijî gelê Sûriyê pêk tîne, û bi rengekî cidî dest bi pirosesa siyasî bike, bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî