Robert Ford balyozê berê yê Amerîkayê li Sûrya bi tundî stratîjiya hêzên hevpeymaniyê rexne kir û got:” Em niha bi rola hêzên esmanî yên Esed dirabin”, wek amaje kirinekê li ser êrîşên esmanî yên Hevpeymaniyê li ser navçeyekê ku artêşa azad têde hêzên Esed dorpêç kiribûn, û bû sedemê şikandina wê dorpêçkirinê. Herwiha navborî tekez kir ku”êrêşên esmanî yên Hevpeymaniyê rêjîma Esed bihêz dikin”, têzanîn ku komîteya pêwendiyên derve ya kongirês rûniştinek lidarxist li jêr navê “pêngavên dahatî di siyasetên Amerîka de li hember Sûriya û Îraqê”, Robert Ford li pêş rûniştiyên li kongirês got ku:” derbeyên esmanî li Sûriya ziyan gihandin hêzên miyanrê yên şoreşê, û rastgoya hevpeymaniyê kêm kir, û bereya Elnesra ya dijberiya rêjîmê dike lawaz kir “, û dirêjî da axafina xwe û got “pêwîst bû ku me stratîjiya xwe di vê mijarê de diyar kiriba, û sedema lêdana Bereya Elnisra hatiba şirove kirin?”, Navborî tekez kir ku têkşikandina DAÎŞ zehmet e bi hebûna rêjîma Esed li ser deshilata Sûriyê, û amaje bi pêwîstiya zêdekirina fişaran li ser rêjîmê ji bo hêsankirina têkşikandina Daiş kir, û rawestandina rijandina xwîna Sûriyan ya bêhtir ji sê salan e tê kirin. Ji aliyekî din Tişak Hîgil wezîrê bergiriya Amerîka got: ” ku rêjîma Esed bi şêweyekî nerastûxo mifa dît ji Hevpeymaniya Navdewletî ya hatî pêkanîn bo dijberiya rêxistina Daiş” û got:” ku Esed bi xwe tevlîhevî li Sûriyê peyda kir”. Hêjayî gotinê ye ku berî çend rojan Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî daxuyaniyek dabû û têde gotbû:” berhestek li ba me heye ku Hevpeymanî û hêzên Esed di yek rêyê de kar dikin, ji ber ku Esed bi serbestî tevdigere”, herwiha Elbehra got ku:” jinavbirina Daiş – ya êşeke- nabe bê ji navbirina rêjîma Esed ya dibe sedemkarê serekiyê vê êşê”. û zêdekir û got:” ku rêjîma Esed ketwara tevlîheviyê peyda kir, ya ku bû derfetek bo geşbûna rêxistina Daiş” û Elbehra li bîra hêzên Hevpeymaniyê û Cîhanê anî ku “Artêşa Azad biryar li ser dijberiya Daiş sitand bê şêwira Civaka Navdewletî ji ber dît ku Daiş metirsiye li ser Miletê Sûriyê”, û tekez kir ku:”êrîşên esmanî yên Hevpeymaniyê serkeftinê bidest nayîne bê operasyonên bejayî” û daxwaz ji Hêzên Hevpeymaniyê kir ku divê ” hemahengiyê ligel artêşa Azad li ser erdê bike” û tekezî kir li ser pêwîstiya piştgiriya artêşa Azad bo “encamdana şerê xwe yê çarenivîsî li dijî Esed sedemkarê serekiyê terorê û li dijî rêxistinên terorîstî yên din”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat