• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 1 February , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Em Leşkerkirina Zarokên Sûriyê Şermezar Dikin Û Daxwaza Raguhestina Fayilê Tawanên Esed Bo Dadgeha Tawanên Navdewletî Dikin

November 21, 2014
in Nûçeyên Hevbendiyê
Em Leşkerkirina Zarokên Sûriyê Şermezar Dikin Û Daxwaza Raguhestina Fayilê Tawanên Esed Bo Dadgeha Tawanên Navdewletî Dikin

Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê û bi helkefta roja Cîhanî ya Zarokan û di daxuyaniyekê de, çewsandina zarokan ji aliyê hêzên Esed û leşkerkirina wan û kuştina hinan bi gulebarankirina bitewşî bi bermîlên teqîner şermezar kir, ku serjimarên hatîn derxistin ji aliyê Navenda Sûrî ya mafên mirov bi “derdeserî” salix da, û di daxuyaniyê de hat “Em hemû aliyên pişkdar di binpêkirina mafên zarokan de şermezar dikin, û ji Civaka navdewletî daxwaz dikin ku bi erk û berpirsyaretiyên xwe rabe li hember tawanên Esed di derheqa zarokên Sûriyê, herwiha daxwaz dikin doseya tawanên li Sûriyê bûne, bête şandin bo dadgeha tawanên navdewletî, hevdem daxwazê ji sercem rêxistin û desteyên hawarçûnê dikin ku bi berpirsyaretiyên xwe rabin li hember Zarokên Sûriyê,  û daxwaza dîtina çareseriyan bo kêşe û karûbarên sûriyan ji dewletên ku mêvandariya Sûriyan kirine kir, nemaze rêşûnên taybet bi belgeyên jidayikbûn û tomarkirina zarokan di xêvetgehan de, û piştgiriya fêrbûn û perwerdekirina penaberan bi hevkariya Netewên yekgirtî”. Têzanîn ku Tora Sûrî ya mafên mirovan di roja Cîhaniya Zarokan de raportek belav kir û têde kuştina 17268 zarokên Sûrî li ser destê hêzên Esed ji adara 2011an de belge kiriye, û tekez kiriye” belgekirina vê hejmarê bi nav û wêne û vîdiyoyan û bi cih û dema kuştinê ye, ku piraniya van tawanan hatine encamdan bi kiryarên gulebarandina tewş bi mûşek û bombeyên enqûdî û gazên jehrê û bermîlên teqîner, ta kiryarên serjêkirinê di çendîn kuştarên qirkirina mezhebî de, wek yên li Humis û Baniyasê û Cidêdet Elfedil li Xota rojhilata Şamê û li Qelemûn û li gundewarê bakurê Hemayê, û li gundewarê Helebê jî”. Heman raportê daye xuyakirin ku 4.7 milyon zarokên Sûrî derbeder bûne, û 2.9 milyon reviyane derveyî welêt û bêhtir ji 1.3 milyon zarok ji xwendinê hatine bêparkirin, tevlî leşkerkirina bisedên zarokan di nav hêzên Esed di şerên (yekser- nayekser) de, di dema ku hejmara zarokên bavên wan hatine kuştin li ser destê hêzên Esed gehiştine 18,273 zarokên sêwî ji aliyê bav û 4,573 zarokên sêwî ji aliyê dayikê, zêdebarî desteserkirina bisedan, û rasthatina bidehan ji wan bo tundûtîjiya sêksî, ku bêhtir ji 85 hezar zarokî di kampan de jidayîk bûne lê hêjî piraniya wan bê belgeyên jidayikbûnê ne, tevlî bandora nerênî ya wan binpêkirinan li derûna zarokan. Li aliyekî din di heman raporta Tora navborî de hatiye, kûştina nêzîkî 134 zarokî û girtina 455 zarokî li ser destê rêxistina Daiş, tevlî leşkerkirina bisedên zarokan, di dema ku 304 zarok hatine kuştin û girtina nêzîkî 1000zarokî li ser destê girûpên çekdar yên din. hêjayî gotinê ye ku Nûra Elemîr cêgira serokê Hevbendiya Niştimanî bi heman helkeftê daxwaz ji Civaka navdewletî kir bi” pêkanîna erkên xwe bo rawstandina koçberî û birçîbûn û girtina zarokan, û tevgera bilez bo danana sînorekî bo kuştarên Esed derheqê Zarokan, ku zarokan wek fişareke civakî li ser kesûkarên wan bikar tîne, ji bo vekişandina wan ji daxwazên rûxandina rêjîma Esed û bizava avakirina dewleta Yasayê”. Dîsa Elemîr got:” bi navê derdora 17 hezar zarok yên bi bermîlên Esed û bi çekên wî yên Kîmyawî hatin kuştin, bi navê 3 milyon zarokî yên tawan û kuştarên Esed ji xwendina wek ya tevaya zarokê Cîhanê bêpar kirine, bi navê dibîstan û gulistanên zarokan yên hatine wêrankirin bi ser serê zarokan de, bi navê dibîstan û xwendingehên ku Esed kirine girtîgeh û zindan, bi navê gulistanên zarokan yên bûne baregehên hêzên Esed, bi navê wijdanê mirovahiyê û bi navê Hemze Elxetîb û bi navê wî zarokî yê Esed ji gotina baba bêparkiriye û rûyê wî bi xwînê gemar kir ji dêvla şikolata ve , dibêjin dewletên Cîhanê: rawestin hûn berpirsyarin û rastgoya we di ezmûna mirovîtiyê de ye, dîrok wê binvîse û rehmê li kesekî nake”.  Herwiha navborî di roja Cîhaniya zarokan de dirêjî da gotina xwe û got ” li sercem bajarên cîhanê zarokan bi Reşkê Şevê ditirsînin, lê tenê li welatê me,  wan bi polis û hikûmetê ditirsînin”.

Jêder: Hevbendî    

ShareTweetSend

Posts Related

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Elmislit Tekez Dike Ku Rijêma Esed Pabendî bi Biryara Navdewletî 2118an Nekir û Daxwaza Cîbicîkirina Tedbîrên Ku Benda Heftemîn ji Madeya 21ê Disepîne Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.