Hêzên rejîma Esed û dezgehêîn wê yên ewlekariyê berdewam in di hilmeta biserdegirtina malan û girtina ciwanan li bajarokên Xûta rojhilat a li gundewarê Şamê û taxên parêzgeha Himsê, ji bo leşkerkirina bi darê zorê di nav refên hêzên xwe de.
Û nêzî 50 ciwanan ji bajarokên Xûta rojhilat ji aliyê hêzeke ewlekariya dewletê ji bo leşkeriya bi darê zorê hatin girtin, piştî bi serdegirtina dikan û malên welatiyan li navenda bajarê Dûmayê.
Herwiha ev hilmetên biserdegirtina bêswerûber li bajarokê “Heresta û El-şîfoniyê û Maraba” li gundewarê Şamê didomînin, û têde ciwanên koçber jî li bajarê Dûmayê hatin desteserkirin.
Saytê “Sewt El-asîma” bal kişand ser hebûna lîsteyan bi zêdetir 4,500 navên ji bo leşkerkirina neçarî, û ku ev lîste li vê dûmahîkê gihîştine bajarê Dûma, zêdebarî hin lîsteyên bêtir bi zêdetir ji 1,000 navên din.
Hevdem ku çalakvanên herêmî hin agahiyan didin ku wê ofîsên leşkerkirinê yên li gundewarê şamê navên derdora 50 hezar kesan di destpêka sala nû de bidin rêbendên leşkerî, û piraniya wan navan ji Xûta rojava û rojhilat û El-Tel û Qalmon û bajarên başûrê Şamê ne.
Di heman çarçoveyê de, pêr roja duşemê di hilmetekê de 20 ciwan ji taxên bajarê Humsê, ji bo leşkeriya bi darê zorê û beşdarbûna di nava şer û pevçûnan de hatin desteserkirin.
Hilmeteke girtinê di herdu rojên borî de li ser taxên Humsê hat pêkanîn, û hevdem ku hilmeteke girtinê li heftiya borî li devera El-Misalehat li gundewarê bakurê Humsê hatibû pêkanîn, û têde bêtir ji 20 ciwan hatibûn desteserkirin.
Çalakvanên bajarê Humsê diyar dikin ku ciwanên têne binçavkirin ji bo ofîsên leşkerkirinê têne radestkirin, ji bo avêtina wan di nava çeperên şer li dijî rêxistina DAIŞ û komên Artêşa Azad ya Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê / Beledi News