Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, bi amadebûna endamên Komîteya Zanistî, ezmûneke piraktîkî pêk anî, ji bo nirxandina serborên xwendekarên warê tenduristî, û ew ezmûn di taqîgehên perwerdeya pratîkî de li Peymangeha Tenduristiyê ya ser bi wezaretê ve li ser sê qonaxan hat kirin.
Û Hikûmeta Demkî bal kişand ser wê yekê ku ezmûn li gor sîstema OSKIyê pêk hat, ya ku têde xwendekar di sê westgehên ezmûna pratîkî re derbas dibin, wek: Westgeha şarezayiya birînpêçiyê ya mezinan, û ya şarezayiya birînpêçiyê ya bingehîn, û ya şarezayiya birînpêçiya zarokan û rewşên awarte.
Û anî ziman ku hejmara xwendekarên ku taqîkirina piratîkî ji wan re pêk hatiye gihişte 22 xwendekaran di beşê birînpêçiya giştî de, û du xwendekarên alîkarên birînpêçan bûn, û hejmara tevaya kesên ku ketine ezmûnê de, 24 xwendekar bûn.
Û ev ezmûn bo çareserkirina rewşa kadroyên bizîşkî yên ji ber tevlêbûna wan di nav şoreşa Sûrî de ji xwendina xwe ya warê tenduristî dûr ketine re pêk hat, û ev cara sêyemîn e ku xolên ezmûnê yên bi vî cureyî çêdibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî