Monday, 13 November 2017 15:55

50 Sivîl Bûne Qurbaniyên Bombebarana Rûsî li Dêra Zorê ya Rojhilatê Sûriyê

Encama Bombebarana Hêzên Rûsî ya pir û berdewam ji înê bişev de li ser parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatê Sûriyê, bi kêmanî 50 sivîl ku 20 ji wan zarok in hatine kuştin.  

Aliyin xwecihî diyar kirin ko bombebaranê herêmên li ser peravên çemê Ferat, hem jî gundên bajarê Ebû Kemal rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê û du kampên tije derbider û kesên ji ber pevçûnan revyayî amanc kirine.

Ji aliyê xwe ve rêkxistina ‘’Dêra Zorê 24 ‘’ ya ragehandinê, destnîşan kir ko bi dehan “malbatin  bi tekûzî di nav wan de hene”, li ser rêya diçe firokxana Elhemdan ya berê li bajarokê Elsukeriyê li gundewarê Dêra Zorê yê rojhilat hatine kuştin.

Berpirsiyarê platformê Omer Ebû Leyla got: ‘’xelkên Ebû Kemal ber bi gund û bajarokên derdora Ebû Kemal ve reviyane, û hinek li rexê bajêr mane, bajarê ko ji niştecihan vala bûye‘’.

Nêzî 400hezar sivîlî di dema dawî de ji Parêzgeha Dêra Zorê derbider bûne, ji encama pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û rêkxistina Daiş ji aliyekî ve, û milîtanên QSD ji aliyê din ve, hem jî bi sedan sivîl birîndar bûne û hatine kuştin, ji ber bombebarana asmanî ya Rûsî û ya rêjîmê ya ko malên sivîlan û niştekomên bajêr û rêbuhêrkên çeman amanc kirine.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ji şandyarê taybet yê Netewên Yekbûyî Stîvan Dî Mistora û Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ji bo alîkariya pêdivî ji bo rizgarkirina sivîlan bikin û rêbuhêrkên hêmin ji wan re vekin û tawankariyên mezin derheqê sivîlan de rawestînin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans

 

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî 50 Sivîl Bûne Qurbaniyên Bombebarana Rûsî li Dêra Zorê ya Rojhilatê Sûriyê