Rijêma Esed di girtina riya kampa Elwafidîn de ji sê salan ve berdewam e, ew riya wek dergeh dihat bikaranîn ji bo derbaskirina keresteyên xwarinê, û tevî girtina biyekcarî ji riya tak ya bazirganiyê re, ku ev bûye sedema bêparkirina 90 hezar malbatên Xûta Şamê ji kêmtirîn pêdawîstiyên jiyanê.
Û ligor gotina çalakcanên navçeyê, dorpêçkirina Xûta rojhilat bûye egerê zêdebûna dehtaq ji bihayên kelupelên xwarinê re, her weha rewşa saxlemiyê li navçeyê ber bi xirabiyê ve diçe hevdem ligel berdewamiya dorpêçkirinê bi sedema nemana dermanên sereke û pêwîst wek yên tansyonê û yên nexweşên şekir û dermanê zarokan û nexweşiyên demdirêj.
Çalakvanan bal kişand ku sîrom û pêdawistiyên nojdariyê li nexweşxaneyên meydanî peyda nabin, hevdem ligel berdewamiya dorpêçkirina ji aliyê hêzên Rijêmê hatiye sepandin.
Û daxwz ji encûmena parêzgeha gundewarê Şamê û dezgehên hawarhatinê û xudanên nanpêjgehan û encûmenên xwecihî hat kirin, ji bo xistina fişaran li ser rijêma Esed û hevalbendên wê ji bo têkşikandina dorpêçkirina zalim ya berî her kesî sivîlan dike armanc.
Ji aliyê xwe ve hêzên şoreşê yên li Xûta rojhilat daxwaz ji Rûsiya kirin ji bo xistina fişaran li ser rijêma Beşar Esed ji bo vekirina korîdoran û derbaskirina keresteyan û rakirina dorpêçê ji ser sivîlan nemaze ku Rûsiya aliyekî gerantor e ji rêkeftinê re.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku kiryarên dorpêçkirina çend navçeyan ji aliyê Rijêmê “tewanên şer in”, û dît ku ew tên bi armanca birçîkirina hemwelatiyan ji bo neçarkirina wan li ser erêkirina rêkeftinên wek xweradestkirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihadinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Kuluna şureka