Kampaniya “Reqê bi bêdengî serjê dibe”, duhî roja pêncşemê, serjimêriyek bi kuştina sê hezar sivîlên Reqê li sala 2017’an yên bi sedema oparesyonên leşkerî û bombebarankirina parêzgehê belav kir.
Kampaniyê got ku du hezar ji wan sivîlan bi destê hêzên Hevpeymaniya navdewletî ya bi serpirştiya Amerîka û bi palpiştiya hêzên “QSD” li şerên Reqê yên li dijî rêxistina DAIŞ’ê hatine kuştin.
Kampaniyê serjimêriyek bi şehîdbûna 548 sivîlan bi destê rêxistina DAIŞ’ê bi rêka kiryarên bidarvekirinê û bombeyên çandî li parêzgehê dîkoment kir, û ev bombe ligor dezgehên maliştina mînan bi 80 hezar mînî hatine texmînkirin.
Di serjimêriya kampaniyê de hatiye ku 149 sivîl bi êrîşên esmanî yên firokên Rûsiya yên bi piştevaniya hêzên Esed li şerên bejayê yên li rojhilat û rojavayê gundewarê parêzgehê hatine kuştin.
Di serjimêrê de hatiye ku parêzgeh li sala borî bi zêdetir ji 5300 êrîşan hatiye armanckirin, ji wan 4504 êrîş ji aliyê firokên hevpeymaniya navdewletî hatine pêkanîn.
Kampaniya “Reqê bi bêdengî serjê dibe” di serjimêriya xwe de gotiye ku ziyaneke mezin li tevaya parêzgehê bûye, û bi rêjeya 80% ji koma avahî û jêrxana bingehîn hatiye wêrankirin.
Hêjayê gotinê ye ku Tora Sûrî ya mafên mirov li nîva heyva çileyê pêşiya borî serjimêriyek bi kuştina nêzîkî 1800 sivîlên parêzgehê, ji wan 367 jin û 548 zarok, li ser destê hêzên Hevpeymaniya navdewletî li sala borî dîkomet kiribû.
Kampaniya “Reqê bi bêdengî serjê dibe” daxwaz kiriye ku bilez dest bi vemalîna mînan bibe, ku bûne gefên mirinê li ser jiyana xelkê sivîl û bêguneh û herwiha daxwaza dadpirsîneke navdewletî ya bêalî kiriye derbarê sedemê derengiya karê vemalîna mînan ji aliyê hêzên “QSD”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ I’nib beledî