Berevaniya Sivîl ya Sûrî hişyarî ji çêbûna bobelateke mirovahî ya mezin li parêzgeha Idlibê da, ji ber berdewamiya êrîşên rijêmê û sponserên wê li ser deverên niştecîyan, û bal kişande ser ku siyaserta rijêmê û Rûsyê li ser valakirina deverê jibo kontrolkirina wê ava dibe.
Û rêveberê Berevaniya Sivîl ya Sûrî, Raid Elsalih, di hevpeyvîneke xwe de , doh, bi Ajansa Andol ya Tirkiyê re, got ku “xwiyaye rêkeftina agirbestê têkçûye”, piştî ku rijêma Esed û Rûsiyê bombebarana xwe li ser deverên sivîlan berdewam kir, û bûn sedema çêbûna konkujiyan dermafê sivîlan.
Û Elsalih , amaje kir ku “ rijêm û Rûsiya 2 hêzên hevalbend in, û siyaseteke wan ya zelal heye , ew jî valakirina deverê ji xelkên wê jibo kontrolkirina wê ye, û her helmeteke bombebaranê , bi armanckirina avhiyên xizmetên jiyanê dest pê dike, wek nexweşxane û stasyonên berhemdana elektrîkê û yên avê, herweha bazar û taxên nişteciyan jibo valakirina wan ji xelkê wan”.
Û Elsalih got: “Eger rijêm bi vî awayî pêşde biçe, em behsa texmînkirina sînaryoyekê nakin, lê emê behsa bobelateke mezin bikin, ji ber kêmbûna piştgiriya navdewletî û bersivnedana wan, û nebihîstina dengê sûriyan yên di bin pêtên balafiran de dimirin”.
Herweha Elsalih got: “ Ez nikarim qebareya bobelatê texmîn bikim, lê emê behsa bimilyonan kes bikin, yên li herêmekê ne ku berê têra 200 ta 300 hezar kesî dikir, û ev dê gefeke mizin li ser Tirkiyê û Uropa be, bi çêbûna pêlên mezin ên penaberiyê”.
Û rêvebirê Parastina Sivîl tekez kir ku “Rûsiya beşdarî di guhertina demografî de li gelek deverên Sûriyê kiriye, û piştgiriya rijêmê jî di wî warî de kiriye, û amaje kir ku Rûsiyê tewanên cengê pêk anîne, û rijêm han daye li ser derxistina biryara hejmar 10 ya ku dest datîne ser mal û milkên penaberan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî