Bêtir ji 80% ji xelkên gundê Elhebît başûrê Idlibê derbider bûne bi sedema bombebarana hêzên Esed û Rûsya li herêmên corbicor li Hema û Idlibê di operasiyona leşkerî de ya ko ji encama wê bi dehan sivîl hatine kuştin û çend herêm wekû wêrankirî hatine ragehandin.
Encûmena xwecihî ya Elhebît ragehand ko gund bûye herêmeke wêran bi sedema bombebarana hêzên Esed, ewê hişt ko sivîlên piraniya wan jin û zarok in neçarî derbideriyê bibin, çûn ber bi kampên sînorê Tirkiyê ko kêmtirîn pêdiviyên mirovî lê peyda nabin, di heman çaxê ko Encûmena ewlehiyê hişyarî dabû ku êrîş li ser Idlibê dê pîstirîn bobelata mirovî di vê sedsala 21 de çêbike.
Encûmena parêzgeha Hema ya azad destnîşan kir ko 342 malbatên derbider yên berî salekê ji guhndewarê Hema yê rojhelat ber bi herêma Xan Şêxûn ve li Idlib çûbûn, dîsa ber bi koma kampên ‘’Xurbê’’ ve rojavayê bajarê Meeret Elnuman ji ber bombebarana hêzên Esed û Rûsya reviyane, û kêmtirîn pêdiviyên wan yên jiyana mirovî nîn in.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê got ku giring e sivîlên Idlib bêne parastin, ko ew mezintirîn kombûna niştecihan e piştî operasiyonên koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî ya ko hêzên Esed û hevalbenda wan Rûsya cîbicî kirine, û gerek civaka navdewletî li himber vê operasiyona leşkerî ya ko dibe bigehê herêmê raweste, ko rêjîm plan dike çareseriya siyasî pêk neyê, û herêmên Sûrî bike herêmine wêrankirî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî