Bombebarana asîmanî ya hevpeymaniya navdewletî ya doh pêncşembê, bû egera kuştin û birîndarbûna bidehên sivîlan li bajarokê Alcirzî yê bi ser bajarê Meyadîn ê parêzgeha Dêrazorê ve.
Û ragihênerê di encumanê Dêrazorê yê leşkerî de, Basim Ezîz, di daxwiyaniyekê ji ajajansa Smart ya ragihandinê re got ku balafirên Hevpeymana Navdewletî bûn yên ku bajarok bombebaran kirin, di pevçûnên dijî rêxistina Daişê de, û di encamê de 11 sivîl hatin kuştin, û 10ên din birîndar bûn û bo nexweşxaneyeke meydanî li wê devrê hatin veguhestin.
Û hin çalakvanan gotin ku bombebarana asîmanî ya Hevpeymana Navdewletî li ser bajarok, bû sedema kuştina 20 sivîlan, hin malbatên bitevayî di nav wan de hene, berî destdanîna bi temamî ya milîsên QSD û encumana Dêrazorê ya leşkerî li ser bajarok.
Û berê jî balafirên hevpeymaniya rêjîma Beşar û Rûsiya bibûn sedema kuştina 20 sivîlan û birîndarbûna 30ên din li bajarokê Alcirzî di 6ê vê heyvê de.
Û berî 2 rojan, dema hêzên Qesed dest danîn ser gundê Siwêdan ê rojhilatî Dêrazorê, piştî şerekî dijî rêxistina Daişê, 273 endamên Daişê hatin kuştin, û dest hat danîn li ser qebareyeke mezin ji çekan.
Û li gor dawîtirîn raporta Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, parêzgeha dêrazorê di pileya 2emîn de bû li ser asta Sûryê bi 27 bûyerên destdirêjiyê dijî cihên jîndariyê, û li gor Toreyê ew êrîş tev bi destê hêzên rêjîmê û Rûsiya bûn.
Û her weha parêzgeha Dêrazorê di pileya Duyemîn de bû, di rapora Toreyê ya derbarê bermîlên teqîner, ên ku hêzên rêjîmê ew bi şêweyekî rêbazkirî bikar anîn, dema wan parêzgeha Dêrazorê bi 51 bermîlî bombebaran kir.
Û Hevbendiya Nitimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî ji Encumena Ewlekariyê dixwaze ku van tewanên dijî sivîlan dibin şermezar bike, û bi hemî karînan pey tewankarên cengê bikeve, û tekezî li ser parastina sivîlan bi rengekî yekser û zû kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî /Smart