Hin çalakvanên bajarê Dêrazorê daxwaza bêlakirina sivîlan ji bombebarankirina li ser parêzgehê dibe kirin, û red kirin ku navê “hembêzgeha DAIŞ û ramanên wê yên tundrew” li sivîlan bibe.
Di daxuyaniyekê de ku hat şandin ji sikirtêrê giştî yê nû yê NY û endamên encûmena asayîşê, û ji şanderê navdewletî yê karubarê Sûriyê Stîvan Dî Mestora û ji komkara Erebî û çavdêrên agirbestê û fermandariya Hevpeymaniya Navdewletî re. û çalakvanan têde daxwaza hilgirtina bar û erkên xwe yên mirovî û rewştî û yasayî der barê sivîlên parêzgeha Dêrazorê û navçeyên din yên Sûriyê ji wan kirin.
Daxuyaniya bi emzekirina xelk û çalakvan û rewşenbîrên parêzgeha Dêrazorê û desteyên sivîl û civakî û mediyakar û gelêrî û olî û siyasî û şoreşgerî hatî, han da ji bo”rawestandina kuştina zarok û jin û mêrên xelkê me yên Dêrazorê”.
Daxuyaniyê diyar kir ku 600 hezar kes li Dêrazorê di bin dorpêçkirinek dutaq de dijîn, ji aliyê hêzên Rijêmê û çeteyên DAISê de, ku sivîl ji herdu aliyan tên armanckirin, çi bi dorpêçkirinê yan bi bobebarankirinê bi hemû corên çek û teqemeniyan û di nav de bombên weşî û fisforî yên qedexekirî, tevî kiryarên kuştinê bi serbirîn û şewtandinê yên li ser destê DAIŞê dibin, û dirindetirîn corên kuştin û bêseruşûnkirin û tundutîjiya laşî û derûnî di derheqê sivîlan de pêktîne.
Çalakvanan bangewazî da ew aliyên destnîşankirî, da bi hewara sivîlan ve werin û destêwerdanê bikin ji bo rawestandina kiryarên kuştina bitewşî, û kar ji bo bêalîkirina sivîlan ligor heman pîverên mirovî û navdewletî û rêkeftinnameya Jinêv ya mafên mirov bikin, û çalakvanan tekez kirin ku xelkê Dêrazorê gelek derdeserî ji terorê dîtine.
Çalakvanan bal kişandin ku alîkariyên esmanî yên NY yên ji bo xelkê dorpêçkirî li taxên Elciwara û Elqisûr, piraniya wan digehin destê hêzên Rijêmê û damudezgeh û hevalbendên wê, hevdem ku sivîl dibin dorpêçkirinê de dimînin.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê