Çalakvanên bajarokê Medaya hişyarî dan der barê berdewamiya rêjîma Esed û Hizbulaha tirorist di siyaseta koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî de, ji bo dagîrkirina herêmê û guherandia pêkhateya xelkên wê.
Çalakvanan gotin ko ev guherandin ji bo firehkirina dagîrkeriya mezhebî ye, ya ko Rêjîm şerên bê serûber li herêmê ji bo pêkanîna wê dike, ji ber ew rêka dizî û talanê ji Rêjîmê û hevalbendên wê re vedike, û delîva çandina heyberên hişbir dide wan.
Çalakvanan tekez kirin ko berdewamiya operasiyonên koçkirina kotekî ya rêbazkirî li herêma Zebedanî, hewleke ji rêjîmê û Hizbulah ji bo operasiyona dagîrkirina herêmê ya fermî tekûz bikin.
Endamên Hizbulaha tirorist, agahdarî dane 25 malbatan ji yên li herêma deşta Medaya dijîn, ku malên xwe vala bikin û ber bi aliyekî nediyar ve herin, tê zanîn ko Medaya ji sala 2012an ve dibin kontrola Hizbulah de ye, di heman dema ku operasiyonên koçkirina kotekî li Qudseya, Elhamê û Elmu’edemiyê pêk tên, û berê jî li bajarê Dareya li gundewarê Şamê pêk hatiye.
Endamê Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Mihemed Coce, dibîne ko Tawanên koçkirina kotekî yên ko rêjîma Esed bi beşdarbûn û sîwana dijminkarên Rûsî pê radibe, û delîvedîtina Îran ji mijarê re da bêtir milîtanên mezhebperest ber bi Sûriyê ve bişîne, Nîşana Cengeke Mezhebperestî ye, kesek nizane wê çiqas ziyanê bigihîne ewlekariya Herêmê.
Coce sûc da ser milê civaka navdewletî, ji ber berpirsiyariya kêmasiyên di standina hewlesta temaşekirinê li rewşa koçkirin û guherîna dîmugrafî bê ko çi tiştekî bikin û van tawankariyan rawestînin, û got: tev ko hinek bangên lawaz ji hin dewletên heval derketin, lê civaka navdewletî ta nuha himber van tawankariyên Rêjîma Esed û şirîkên wê Rûsya, Îran û milîtanên mezhebperest, nikare bi berpirsiyariya ko jê tê xwestin rabe.
Coce ji artêşa Sûrî ya azad û hêz û alayên şoreşê yên ko li Xûta Şamê ne daxwaz kir ko tevbigerin û aniyên şer himber Rêjîmê vekin tako zincîra koçkirinê û guherîna dîmugrafî li welat û bi taybetî li gundewarê rojavayê Şamê rawestîne.
Jêder: Hevbendî