Piştî 15 sal di ser raperîna gelê Kurd li Sûriyê di 12 Avdara 2004 an re derbas bûn, carek din xwîna gelê Kurd li Qamişlo li ser destê Ciwanên Şoreşger yên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve hate rijandin.
Demjmêr 11 nîvro roja sêşemê 12-3-2019, bi sedan welatiyên Kurd li bajarên parêzgeha Hesekê li ser banga Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS kom bûn, û 5 xuleyên bêdeng li ser giyanê pakrewanên raperîna 12 avdarê rawestiyan, paş re berê xwe dan goristanên pakrewanan.
Li gor agahiyên peyamnêrê malpera Hevbendiyê , li hemû deveran ew bîranîn bi aramî bi rêve çû ji bilî taxa Xerbî li Qamişlo.
Peyamnêrê me ragihand ku li taxa Xerbî Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve rê li ber welatiyan girtin, û hewil dan ku nehêlin gel bighêjin goristanê, û bi lêdanê rê li wan girtin, û serê jina bi navê Wefaa Kurdî şikandin.
Li deverên dîtir serdana gorên Pakrewana hat kirin, û gotina Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ji hêla serokên xwecihiyan ve hate xwendin.
Li gorstina Qidûrbeg li bajarê Qamişlo gotina ENKS ji hêla serokê nivîsgeha xwecihiyên Encumanê Mihsin Tahir hate xwendin, têde li ser hûrgiliyên wê raperînê axivî.
Tahir ragihand ku dem hatiye ku kesên kujer ji dadgehan re bên pêşkêkirin, da ku canên Pakrewanan bi aramî di buhştê de bi cih bibin.
Tê zanîn ku di 12 Avdara 2004 an de rêjîma Elbees bi dehan ji ciwanên Kurd şehîd xistin, piştî ku xwepêşindan li dar xistin, li dijî nejadperstiya hêzên ewlekariya rijêmê di bûyera Yarîgeha Qamişlo de.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Kurdî