Di berdewamiya bipêkirina mafê mirovan ji hêla Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD, çekdarên wê ciwanek li gundwarê bajarê Dirbêsiyê birîndar kir.
Çekdarên PYD roja Sêşemê 25-12-2018 êrîşî mala Hisên Mûsa li gunwarê bajarê Dirbêsiyê kirin, bi mebesta binçavkirina ciwanan ji bo leşkeriya neçar, û gule ber bi ciwanê bi navê Yûsif de berdan dema hewil da ku ji ber wan bireve, û ew birîndar kir.
Derbarê vê bûyerê Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, daxuyaniyek belav kir têde birîndarkirina Yûsif li ser destê çekdarên PYD bi tundî şermezar kir.
ENKS di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev kiryarên PYD derheqê gelê Kurd li Sûriyê binpêkirin in, di heman demê de bang li hêzên Kurdistanî kir ku destwerdanê di vê rewşê de bikin, û sînor ji binpêkirinên PYD re deynin.
Tê zanîn ku ev çend sal in PYD di girtin û binçavkirina ciwanan de ji bo leşkeriya neçar berdewam e.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê