Ji aliyê çalakvanên li bakurê Sûriyê bang ji bo lidarxistina xwepêşandanan li roja înê di bin navê “berxwedan bijardeya me ye”, ji bo redkirina hemû kiryarên leşkerî ji aliyê hêzên rejîmê, ligel beşdariya çekdarên terorîst ên Îranê û firokeyên cengî yên Rûsiya li dijî sivîlên parêzgeha Idlibê.
Media xwecihî ragihand ku banga ji bo xwepêşandanên wê hemû Idlibê û gundewarê Hama û Helebê bi xwe ve digire, û çalakvanên organîzekirina xwepêşandanan diyar kirin ku welatiyên sivîl dê redkirina xwe nîşan bidin li hemberî derbasbûna hêzên rêjîmê û milîsên piştgiriya wî dikin li nava Idlibê.
Wan bal kişand ku ew dê nameyan ji bo civaka navnetewî û Netewên Yekbûyî rê bikin, ji bo bi erkên xwe rabin derbarê parastina welatiyên sivîl li Idlibê, yên hejmara wan digehêje nêzîkî sê milyon kesî, û li hemberî her operasyoneke leşkerî li ser navçeyê rawestin.
Ev bang û gazî hevdem tên ji bo temamkirina xwenîşandanên roja Îna borî, yên li piraniya bajarên bakurê Sûriyê hatin lidarxistin, û redkirina xwe ji her êrîşekê li ser Idlibê re nîşan dabûn, bi sloganên “Idlib welatê me ye, emê lê bijîn û ji bo wî bimirin jî,” û “milet rûxandina rêjîmê dixwaze”.
Ku duhî bajarê Cisr el-şixûr li gundewarê Idlibê ji aliyê firokeyên rejîmê û Rûsyayê hat bombebarankirin, û ji aliyê bergiriya sivîl kuştina14 welatiyên sivîl û birîndarbûna 31 kesan di nav de jin û zarok bi belge piştrast kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdul Rehman Mustefa, cext li ser pêwîstiya parastina welatiyên sivîl li Idlibê kir, û navçe ji operasyonên leşkerî bête dûrkirin, û tekez kir ku şervanan îradeyeke mezin heye, û her gaveke rejîmê û hevalbendên wê dê baceke mezin bidin.
Û hişyarî da ji nêzîkbûna “bahozeke dijwar” ji bajarê Idlibê, li gor gotina wî, û got ku “rejîm û hevalbendên xwe hêjî hewla çareseriya leşkerî û pêkneanîna mercê çareseriya siyasî didin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê