Desteya yasanasên Sûrî evro çarşembê lîsteyek bi navê kes û firakisyonên tawankariyên cengê li Sûriyê pêk anîne derxistiye, û navê Beşar Elesed di serê lîsteyê de ye, û li pey bi hezaran efser û berpirsiyarên nêzîkî wî belav kiriye.
Desteyê got ku wê ev lîste amade kiriye piştî ko nîşanên tawankariyên cengê û yên li dijî mirovîniyê û operasiyonên qirkirina komelî yên ko li Sûriyê çêbûne şopandine, hem operasiyonên piştgiriya darayî ji bo tiroristiyê û damezirandina komên tirorist û çeteyan, û biryarên encûmena ewlehiyê yên bi rewşa Sûriyê ve têkildar in, û di lîsteyê de 677 navên kes û firakisyonên tawankariyên cengê kirine û piştgiriya darayî bo operasiyonên tiroristî pêşkêş kirine hene.
Kesên di lîsteyê de di cihên bilind yên rêjîma Esed de ne, hem jî serpereştê komçeteyan û yên milîtanên mezhebperest ên ji Îran, Îraq û Libnanê hene.
Netewên Yekgirtî ev çend salin vekolînê bo tawankariyên cengê dike, û alava bêlayen ya navdewletî damezirandiye bo tawankarên cengê siza bike, û daxwaz ji emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîş kir ko dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bişîne û berpirsiyarên tawankariyan siza bikin.
Binpêkirinên ko rêjîma Sûrî û yên piştgiriya wê dikin çi ji milîtanên Îranî û çi hêzên Rûsî bin yên herî berz in, komîta vekolînên navdewletî diyar kir ko destê rêjîma Esed di êrîşên kîmawî li ser sivîlan de heye, û ji wan jî êrîşa Xan Şêxûn, hem jî derxistina wêneyên bi hezarên qurbaniyên girtiyên zindanan, û bombebarana bajar û bazar û navendên bajaran.
Serokê komîtê Sêrciyo Bînêro di demeke berê de got: ‘’gerek lêbûrîn tune be bi wan kesên ko binpêkirinên tund yên mafên mirovan û tawankariyên lidijî mirovîniyê kirine ‘’, û daxwaz kir ko pêrabûnên pêdivî bikin tako sivîlan bo dadweriyê pêşkêş bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî