Encûmena Sivîl ya bajarokê Elra’î bakur rojhelatê bajarê Helebê, yekem sîstema ambûlansên pêşketî da nexweşxane û cihên bijîşkî li hemû herêmên kontrola artêşa azad û hêzên Tirkiyê li gundewarê Helebê yê bakur û rojhelat bi hev ve girê dide.
Di daxuyaniyekê de ji acansa Simart re, birêveberê peywendiyên giştî û yê ragehandinê û berdevkê fermî yê encûmena sivîl ya bajarok, ’Ela Hemed, duhî yekşemê tekez kir ko ev sîstem dê hemû nexweşxaneyên herêmê ji bajarê Cerablus û Elbab heta bi Efrînê bi hev ve girêbide.
Birêveberê peywendiyên giştî ji encûmena xwecihî re diyar kir ko bargeha sereke ya vê sîstemê dê li nexweşxana bajarê Elra’î be, yê bi ser herêma Ezazê ve, li wir nivîsgehek li hindirê nexweşxanê jê re amade kirine, alavên telefon û kompiyûter tê de hene, û kesên taybetmend li ber telefonan e da rê nîşanî xelkê bikin, û berê wan bidin xalên herî nêzîk yên ambulansan.
Sîstem ji 22 ambûlensan pêk tê, li bajarokê Elra’î û navendên tendiristî yên nêzîkî wê ne, û wezareta Tirkiyê ya peywendiyan dê amurên pevgihiştinê yên bêtêl yên nûjen pêşkêş bike, ko ew karin bi teknîka GPS cihan nas bikin, her weha dê nemreke sêjimar ji bo tengaviyên lezgîn bide wan.
Birêveberiya tendiristiyê ya Idliba azad bi hevkariya rêkxistina Sûriyê ya hawarhatin û geşepêdanê, berê çavdêriya pirojeyê ‘’veguhastina tendiristî ‘’ kiriye, û niha amanca wê ew e, nexweşxaneyên taybetmend û navendên tendiristî li parêzgehê bi sistemeke yekgirtî pev girêbide.
Di çarçoveya xizmeta elektironî bo herêmên rizgarkirî , berê jî du afrênerên pirograman li parêzgeha Idlibê dest bi karekî xizmetkariya mobîlan kiribûn, bi navê Xizmetên Idlib, rênimayeke bijîşkî û xizmetkarî ya ku zanyariyên derbarê bijîşk û nexweşxane û dermanxaneyên nobetdar û encûmenên xwecihî û agahiyên bijîşkî yên corbicor ko bijîşk pêşkêş dikin tê de hene.
Ji aliyê xwe ve serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa , tekezî li ser piştgiriyê kiriye, û dê encûmenên xwecihî bipêşve bixin. Mistefa serdana herêmên rizgarkirî kir û ji wan jî bajarokê Elra’î, û civîn digel birêveberiyên xwecihî û desteyên sivîl danîn, û destnîşan kir ko amanc jê mukumkirina rola birêveberiyên xwecihî ye, da piştgiya hemû karê dezgehî bi alavan piştgiya bikin.