Li navenda bajarê Efrînê hember nexweşxana Dêrsim, îro pêncşembê 21 sibatê otombîlek bombekirî teqiya, di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Çalakvan Mihmed Hesen ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna otombîlekê de li hindir bajarê Efrînê li taxa vêllat . zarokekî jiyana xwe ji dest da û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Hesen balkişand ku diyar bû armanca teqînê kuştina sivîlan û her wiha trsandina xelkê bû.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê