Di 22 Nîsana 2018 de sed û bîst sal li ser derketina yekemîn rojnameya Kurdî re derbas dibe. Ew rojname di 22 Nîsana 1898 de li paytexta Misrê Elqahîra bi navê Kurdistan ji hêla Miqdad Midhet Bedirxan ve hate derketinn.
Bi vê helkeftê me xwest ku piştî 120 salan di ser bûrîna damezrandina rojnamegiriya Kurdî re, rewşa rojnamevaniyê bişopînin li gor nerîna karmendên wê li deverên Kurdî li Sûriyê.
Cengîn Elîko yek ji karmendên malpera Yekîtî Mediya ji mere axivî û got: “di vê Qonaxê de û bi taybet di bin diktatoriya Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD de, rojnamegiriya Kurdî di zehmettrîn qunax re derbas dibe, ji ber ku desthilatên diktator ragihandin û rojnamegeriya azad weke dijmin ji xwe re dibînin“.
Elîko ku di sala 2015 an de ji hêla çekdarên PYD ve hatibû revandin û eşkencedan ji ber karê wî di warê ragihandinê de weha jî got: “mixabin piştî sed salî rojnamegeriya Kurdî azadî nedîtiye û rojnamevan û dezgehên bixwazin bi azadî kar bikin çarenvîsa wan lêdan û eşkence û zindan û sergonkirin e“.
Di heman mijarê de sernivîserê berê yê malpera ARA news Zara Seyda derbarê rojnamegiriya Kurdî got: “mixabin dezgehên ragihandinê li deverên Kurdî bi tevayî di bin kontirola rêveberiya PYDê de kar dikin, mîna helbestvanên mîr û began û ji PYD re piropagendayê jî dikin û jêre li çepikan didin mîna dezgehên ragihandinê li cem rêjîma Esed û Îran û Kûriya bakur“.
Seyda di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa rojnamevanan li devera Kurdî yên ne bi erêkirina PYD kar dikin û got “rewşa rojnamevana li bajarên Kurdî li Sûriyê xirab e û ew di bin zext û fişarên leşker û esayişên PYDê de ne, û her demekê vekolînê bi wan re dikin, û hin ji wan demeke dirêj di zindanên xwe de binçavkirî dihêlin mîna rojnamevan Alan Ehmed“.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê