Ji aliyê rêxistineke hawarhatinê ya Sûrî kuştina bêtir ji 150 kesan ji encama êrîşên leşkerî yên ji aliyê rejîma Esed li ser gundewarên Heleb, Idlib û Hamayê dokument kir, ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku herdem rejîm bi operasyonên leşkerî li dijî sivîlan radibe, hevdem ligel lidarxistina her konferansekî di berjewendiya gelê Sûriyê de, û diyar kir ku ev yek bi armanca têkşikandina hewldanên navnetewî dibe, yan jî jinavbirina her bizavekê ji bo sivikkirina trajidiya welatiyên Sûriyê.
Îro roja şemiyê “tîma Kordînatorê bersivdana Sûriyê”, di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku herî kêm 89 xal li bakur-rojavayê Sûriyê ji aliyê rejîmê ve hatine armanckirin, di heman demê de hejmara qurbaniyên bombebaranê gihiştine zêdetir ji 150 welatiyan, di nav de 53 zarok.
Û diyar kiriye ku ji aliyê hêzên rejîmê ve, 39 xal li parêzgeha Idlib, û 34 xal li parêzgeha Hamayê, û 16 xal li parêzgeha Helebê di navbera 8 heta 15’ê heyva adara niha hatine armanckirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku zêdetir ji 14 pêgehan ji aliyê balefirên Rûsya û rejîmê hstine armanckirin, di nav de şeş pêgeh bi awayekî rasterast ji aliyê balafirên şer yên Rûsya hatine armanckirin.
Abdul Rehman Mistefa serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku ” bombebarana Rûsî li ser Idlibê bi tawanên şer û dijemirov tê pejirandin”, û red kiribû ku ew operasyon bi kordînasyona ligel Tirkiyeyê hatine pêkanîn, û gotibû ku Enqereyê daxuyaniyên Rûsya li ser wê yekê red kirine, û dîtibû ku ew daxuyanî tên “wekî beşek ji propaganda medyaya derewîn”.
Herwisa bombebaran bûye sedema koçberbûna bi hezaran kesên sivîl yên ku li deverên bombebarankirî, tevî rawestandina karê dibistanan ji ber tirsa li ser jiyana xwenedekaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê