ENKSê êrîşa girûpekê ji alîgir û Şebîheyên PYDê li ser xwepêşandana alîgirên xwe, û lêdana jin û kal û zarokan, û riswakirina xelkê bi dijûnan û şewtandina ala kurdistinê şermezar kir.
Û îro ENKSê di roja 3/12/2016 an de di daxuyaniyekê de got: “PYD”ê hewl dide bo çêkirina fintine û nakokiyan di navbera miletê Kurd de û di navbera kurên yek tax û yek bajar û yek malbatê de, ji bo veşartina şikestina xwe li ser hemû ast û biyavan, û ENKSê tekez kir ku ev kiryar nikarin îradeya ENKSê bişkîn in, yan berê wê bide karvedanên xirab yên ne di berjewendiya gelê Kurd û doza wê ya netewî û rewştên mirovî de, û wê peroş û rijd be li ser yekrêziya gelê Kurd û bihêzkirin û berdewamkirina rola xwe di xebata sercem awayên xebata aştiyane û demokratîk û cemewarî de.
Hêjayê gotinê ye ku ENKSê biryara paşxistina xwepêşandina xwe dabû, xwepêşandaba di 2’ê vê heyvê de, ya ji bo pirotestokirina “PYD”ê li ser girtina serkirde û kadiroyên ENKSê ji aliyê çekdarên wê.
Û ew biryara paşxistinê hat ji Ji ber kiryarên PYD yên neberpirs bi komkirina hin keç û gêncên alîgirên xwe, di heman dem û cihê xwepêşandê de , bi armanca pevçûnan û çêkirina fitineyekê di şeqama kurdî de, bi bikaranîna heman reftar û rêbaza rijêmê ya ji bo serkutkirkna xwepêşanderan.
Û dema ku xwepêşander li pêşiya baregeha PDK-Sê kom bûn, ji bo xwendina daxuyaniya paşxistina xwepêşandê, xwepêşander rastî êrîşa alîgirên PYDê hatin bi lêdana jin û mêran û bi xeber û sologanên xirab û qetandina ala kurdistanê, û heta gihişt wê radeyê ku alîgirên PYDê gefên bikaranîna bombeyên dest li xwepêşanderan xwarin, li pêş çavên asayîşên wan û endamên wan yên bi navên (kadiro) tên naskirin, yên ku bi parastina êrîşkaran radibûn.
Û ji aliyê xwe ve endamên ENKSê hewlên xwe didan ji bo aştî û aramiyê û dûrkirina alîgir û cemewarê xwe, û tevlî ku çend alîgirên ENKSê bi giranî hatin birîndarkirin, û herwiha girûprka din ya alîgirên PYDê êrîşî nvîsîngeha partiya Yekîtî ya Kurd kirin, û rabûn bi şikandina kelûpelên nivîsîngehê. Û di heman çarçoveyî de girûprka din bi şev rabû bi şewtandina ala kurdistinê ya li ser Nivîsîngeha ENKSê li Amûdê.
Jêder: Hevbendî