Wednesday, 06 December 2017 20:33

Encûmena Xwecihî ya Parêzgeha Qunêtira Daxwazê Ji Rêkxistinên Mirovî Dike ko Derbideran Rizgar Bikin

Encûmena xwecihî ya Komeka Gundên Elsiwêse li Qunêtira, duh sêşembê, bang li hemû rêkxistin û dezgeh û desteyên ko li başûrê Sûriyê kar dikin kir, da têwerdaneke bilez bikin û alîkariyên mirovî ji derbider û niştecihên Komeka  Gundên Elsiwêse re pêşkêş bikin.

Daxuyaniya Encûmenê anî ziman ko bi hatina werzê zivistanê re xelk nirxê alavên gerimkirinê bi wan re nîn e, û rewşa wan ya abûrî pir dijwar e, di heman dema ko çi rola rêkxistinên mirovî nîn e, û destnîşan kir ko piraniya niştecihan derbiderên Hewza Yermûk li Der'a û gundewarê Şamê ne.

Ratib Elqeryan Serokê Encûmena xwecihî ya Komeka gundan ji acansa Simart re got ko ‘’hejmara niştecihên wan gundan digehê 32 hezar niştecihî, û li dora 9 hezar derbiderî hatine wir, û ev hejmara herî mezin e ji derbideran re li parêzgeha Qunêtire. ‘’

Elqeryan destnîşan kir ko çi bêdel ji alîkariya xelkê re di dema nuha de nîn e, di çaxê ko pêdiviya xelkê bi heyberên bingehîn heye, û texmîn dike wek carên berê ko çi alî bersiva wan nede.

Berê jî birêveberiya kampa Elkerame li bajarokê Elrefîd başûrê Qunêtira, di çêriya paşî de, bang li rêkxistinên hawarhatinê kiribû ko piştgiriya wan bi çadir û alavên gerinkirinê bikin, dema hatina werzê zivistanê, her weha li kampên Birêqa û Ekaşe dawiya tîrmehê xelkên derbider derketin xwepêşandanan û tunebûna rêkxistinên mirovî pirotesto kirin.

Bi dehan derbider li kampên Ekaşe û Elemel û Kerane û ji bilî wan jî li parêzgeha Qunêtira, bi sedema rewşa wan ya mirovî ya aloz di nîrekî mirovî yê dijwar de dijîn, çimkî alîkarî gelekî kêm ji wan re tê, û rewşa tendiristî û fêrkirinê ji niştecihan re bi giştî têk çûye.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Simart

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Encûmena Xwecihî ya Parêzgeha Qunêtira Daxwazê Ji Rêkxistinên Mirovî Dike ko Derbideran Rizgar Bikin