Evro sibehê 28.09.2016, Dr. Ebdulhekîn Beşar Endamê Desteya Bala ya danûstandinan digel şandyarê Birîtanî yê taybet bo Sûriyê birêz Bîlî Garît û rawêjkarê siyasî li qunsilxana Birîtanî li Istanbulê civiya.
Gotûbêj li ser rewşa Sûriyê ya giştî bû, birêz Garît tekez kir ko rewşa bobelat û qeyrêanê kûrtir dibe, û koma piştgiriya navdewletî di dîtina rêkên çareseriyan ji bo qeyrana Sûriyê biser neket, û tekez kir ko ramanin li bal Birîtanya hene, wê ji wan re kar bike, yek ji wan avakieina herêmekê bê bombebaran û bê hemû cûreyên çekên bombebaranê yên giran, hem jî pêrabûnin sizayî û ferizkirina sizayine nû li dijî Rûsya, û çavdêrî û parastina karwanên alîkariyên mirovî bi rêya sistema çavdêriyê û bi firokên bê pîlot.
Di derbarê Belgeha ji desteya bala ya danûstandina derçûye, şandyarê Birîtanî got ku wê belgeyê li Londonê dest pê kiriye, û vexwendin ji bal me bû, û ya giring li rex me ew bû ku Opozisyon çareseriya siyasî bipajirîne, û her wiha biryarên rewaya navdewletî, tevlî giringiya hûrbîniyên din.
Dr. Ebdulhekîm Beşar helwesta Encûmena Niştimanî Kurdî ji Belgehê destnîşan kir û got ko benda yekem jê rengê Islamî û Erebî ji Şoreşa Sûriyê û Sûriya paşerojê re dide xuyakirin, û em şêweyekî niştimanî Sûrî dixwazin, û ev bend bi awayê xwe yê nuha ji aliyê me ve nayê pejirandin, û emê hewl bidin wî biguherin, ko bibe li gora biwara piralîbûna Sûriyê û hin têbîniyên din jî hene emê li ser wan jî kar bikin.
Gotin li ser peywendiya Encûmenê bi PYD re çê bû, Dr. Beşar tekez kir ko tundî û zordariya PYD dike, sînor derbas kirine, û bi zordariya Rêjîmê re nayê pîvan, û hêvî kir ko PYD û Ewlekariya wê ya tund, karibe awayê tundiya xwe bike wek ya Rêjîmê, ji ber tundiya wê bi ser ya rêjîmê ketiye, û rêbaza wê ya serekî der heqê Encûmena Niştimanî û tevgerên xortan û rêkxistinên civaka sivîl yên ko peyatiya wê napejirînin her tirsandin û tundî ye.
Û tekez kir ko ziyanên PYD gihandine milet, Rêjîmê bi dirêjahiya dema pêncî salî nikarîbû bike, ji alî valakirina herêmên Kurdan û ferizkirina bac û xokiyan û zordarî û tirsa kiriye nav milet.
Û di bersiva pirsa şandyarê Birîtanî ya derbarê peywendiyan ligel PYD û Encûmenê, Dr.Beşar got ku danûstandin ne mumkine ko zemînek jê re li gora evan xalan amade nebe:
1- berdana hemû girtiyên siyasî.
2- tevgera siyasî û rêkxistinên xortan yên civaka sivîl asteng neke.
3- derbasbûna Pêşmergên Roj bo herêmên Kurdî li Sûriyê.
4- baceyan li ser hevwelatiyan nema feriz bikin.
5- helwesta xwe ji mafê miletê Kurd li Sûriyê û hem helwesta xwe ji Şoreşa Sûriyê û ji Rêjîma tawankar diyar bike.
Her wiha li ser derdê miletê Kurd di biwarên cobicor de axivî, ji wan jî rewşa abûrî û bizava PYD ko gepa nanê hevwelatiyan bi siyasetê ve girêdide, ku destê xwe datîne ser gelek keresteyan di riya komîtên bi ser xwe ve yên wê ew çêkirine, û hevwelatî pêdiviyên jiyana rojane bi kotekî bidest dixin û bi buhayekî bilind, mebesta me ew e, hevwelatiyên ko nebûne hevalên PYD û ew jî piraniya milet in.
Jêder: Hevbendî