Li seranserî bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê welatiyên Kurd roja Yekşemê 16-3-2019 komkujiya Helebça bi bîr anî.
Li ser banga Emîndariya Giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS welatiyên Kurd komkujiya Helebça bi bîranîn û Pênc kêlîkan li nava bajaran rawestiyan û pêra çûn û hatina tirafîkê jî hate rawestandin.
Mizgîn Remdan endamê Emîndariya Giştî ya ENKS ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku Encumanê daxuyaniyek derbarê komkujiya Helebça belav kir û têde bang li welatiyan kir ku vê rojê bibîr bînin û di heman demê de kujer şermezar bikin.
Remedan diyar kir pêwîste her sal em van êş û azarên di derheqê gelê Kurd hatine pêkanîn bibîr bînin, û bînin bîra Cîhanê tevî da ku li rex Kurdan rawestin û di cîbicîkirina mafê wan de alîkar bin.
Tê zanîn ku rêjîma Bees bi serokatiya Sedam Hisên di sala 1988 bajarê Helebça bi çekên kîmawî topbaran kir, û di encamê de zêdî 5000 kes ji sivîlên wî bajarî jiyana xwe ji dest dan.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî