Encumana xwecihî a Kornîş ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ve, roja Înê 26-10-2016 simînarek diyalokî li bajarê Qamişlo bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên Qamişlo yên navdar di warê rewşenbîrî û siyasî de li dar xist .
simînar bi gotineke kurt ji hêla serokê xwecihiyê Mejdel Delî dest pê kir, û têde xalên sereke yên ku gotûbêj û diyalok li ser bingeha wan bê rêvebirin diyar kirin.
Di destpêkê de derfet ji nerînên kesên amade û rexneyên wan li karê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS hat dan, û hejmarekê ji wan bi zelalî rexne li karê ENKS kirin û hin pêşinyar ji bo pêşxistina kar anîn ziman.
Ebdulsemed Xelef Biro endamê desteya Serokatiya ENKS bersiva hin têbînî û pirsên beşdaran da, û got ku tevî van rexn û kêmasiyan lê ENKS karê xwe dike, û ji rêza Niştimanî li ser Asta Sûriyê derneketiye “Di vê demê de ENKS kar li ser asta doplomasî dike, û bi taybetî di nav refên rikberiyê de û bizavê dike ku mafê gelê kurd di riyên rewa re cîbicî bike”.
Di heman simînarê de Muhsin Tahir bersiva beşdaran da û ragihand ku Encumana Niştimanî li gor karînên xwe kar dike, û di dema dawî Karin baş dike, û hin çalakiyên nivîsgeha karê derve û karên nûnerê ENKS di hundirê Hevbendiyê de û desteya danûstindinan anîn ziman.
Tê zanîn ku karê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li hundirê welat ji ber kiryarên PYD û binpêkirinên wê ne li gor giraniya wê li kolana kurdî bûye.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê