Tora Dêrelzor24, girtevîdiyoyek derbarê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê belev kir, têde kuştina xêzanekê bi tememî tevî dayîk û zarokên wê ve li ser destê milîsên “PYD” diyar dike, û ev yek hevdem tê ligel çend binpêkirinên din yên ji aliyê PYD li dijî sivîlan di dema operasyonên leşkerî de li dijî rêxistina çeteyên DAIŞ ya terorîst.
Tora navhatî diyar kir ku bûyer li nêzî bajarokê “Albagoz” yê berî çend rojan rêxistina çeteyên DAIŞ jê hatibû derxistin hatiye pêkanîn, û bal kişand ku wê nasnameya malbatê nas nekiriye.
Herwiha Torê eşkere kir ku rêbdndeke milîsên “PYD” rê nade xelkên gundê “Bakaan” ku vegerin gundê xwe yê li rojhilatê Dêrazorê, û ev yek dibe cihê metirsiya pêkanîna guhertina demografîk li deverê.
Û çend otubîsên sivîlan ji aliyê hin çekdarên van milîsan ve li nêzîkî kilîngeha Alazreq ya petrolê li rojhilatê Dêrazorê hatin şewtandin, tevî pêkanîna kampanyên bincavkirinê li çend gund û bajarokên nêzîk.
Çalakvanên deverê li hefteya borî gotibûn ku çalakvana mafên mirovan Rîm el-Nair bi destê çekdarên “PYD” hatiye lêdan, û bal kişand ku Rîm Elnasir ji ber birînên xwe yên giran di serê wê de ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Dubarekirina van binpêkirinên li dijî welatiyên sivîl ji aliyê milîsên “PYD” bûye sedema peydabûna pêleke protestoyên girseyî li çend gundan, li gel daxwaza hejmarek ji rêxistinên mafên mirovan ji bo vekirina vekolînekê li ser van binpêkiranan û sizadana berpirsyarên gunehbar.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî