Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de ji encama teqîna mayînên çandî , li gundewarê Efrînê, welatiyakî jiyana xwe ji dest da û 4ên din birîndar bûn.
Welatiyê bi navê Ehmed Hec Xelîl li gundê Birc Heydir yê bi ser bajarokê Şêrewa ve, jiyana xwe ji dest da ji encama teqîna mayînek çandî, her wiha 4 kesên din jî birîndar bûn.
Her wiha Zeyno da zanîn ku ta niha bi sedan welatî hatine kuştin û birîndar bûne ji encama teqîna mayînên çandî .
Ji aliyekî din ve, Zeyno bal kişand ku hêzên ewlehiyê yên rêjîma Esed Endezyar Abdîn Bekir girtin, dema ku ji Efrînê dixwest here bajarê Helebê.
Zeyno tekez kir ku bi hezaran malbat dixwazin herin Helebê, an jî vegerin Efrînê, lê PYDê û rêjîma Esed rê nadin wan
Tê zanîn ku hêzên ewlehiyê yên rêjîma Esed gule berdan koçberên Efrînê yên ku di xwestin herin bajarê Helebê berî 4 rojan, di encamê de hejmarek jin birîndar bûn.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê