Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî di daxuyaniyeke xwe de duhî yekşembê berdewambûna bombebarana Rêjîmê û Rûsya li ser herêmine berfireh li bakurê Sûriyê ya di encamê de bêtir ji 130 hezar kesî derbider bûne pirotesto kir.
Daxuyaniya hevrêzkarên bersivdanê destnîşan kir ko dijminkariya Rûsya di çend rojên bûrî de zehmetî û derdên sivîlan bêtir kirin, û hejmara derbider û qurbaniyan li parêzgeha Idlib zêde bû.
Daxuyaniyê diyar kir ko hejmara derbiderên belgehkirî yên reviyayî li herêma bêçek û deverênên derdorê giha bêtir ji 20875 malbatan ku hejmara wan digihêje 131934 kesan.
Daxuyaniyê bêtir got ko hejmara qurbaniyên sivîl ji destpêka operasiyona leşkerî ya ji 02 sibatê de û heta 23 adarê bêtir dibin, û gihaye bêtir ji 186 kesan, 71 zarok di nav wana de hene, bi sedema amanckirina rasterast ya li ser taxên niştecihan li herêmên corbicor.
Daxuyaniyê got ko pirbûna qurbaniyên jin û zarokan diyar dike ko operasiyon bêgunehan amanc dike, û xuyaye ko amanckirina wê bêtir ziyanê digehîne sivîlên destvala.
Daxuyaniya hevrêzkarên bersivdanê ji hemû rêkxistinên karmend di biwara mirovî de daxwaz kir ko bilez bi hewara derbideran ve biçin, û daxwaz kir ko rasterast têwerdanê bikin bo operasiyonên ku sivîlan li Idlib û herêmên derdorê amanc dikin rawestînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê operasiyonên rêjîmê û hevalbendên wê li gundewarê Idlib û Hema pirotesto kirin, û ji civaka navdewletî daxwaz kir ko peymana Idlib biparêzin û piştgiriya pirosesa agirbestê bikin.
Gund û bajarokên parêzgehên Idlib û Hema dikevin ber êrîşên rêjîmê û hevalbendên wê, tevlî topbarana topxane û mûşekan, di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ji sivîlan ketine, tev ko herêm di peymana Idlib de ye ya ko rawestandina bombebaranê li ser herêmê dabîn dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî