Rêxistinên Mafên Mirovan li Efrînê ragihandin duh roja şemiyê 13/7/2019 , 6 kesên sivîl hatin kuştin û hin kesên din jî birîndar bûn piştî armanckirina otombîlekê ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîma Esed li gundewarê Helebê.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku duh hêzên ewlekariya ezmanî ya rêjîma Esed otombîlek sivîlan li nêzî Tilcebîn li gundewarê Helbê bi çekên giran armanc kirin, û di encamê de 6 kes hatin kuştin û hineke din birîndar bûn.
Zeyno diyar kir ku otombîlê sivîl dibirin kampên PYDê li gundewarê Helebê.
Her wiha da zanîn ku kuştî û birîndar ji Malbata Menan Hemadê ne, ji gundê Qitmê, ji malbata Şêxo ji gundê Baflon in.
Rêxistinên Mafên Mirovan dibêjin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê û rêjîma Esed û milîsên Îranê ta niha rê nadin xelkên Efrînê yên li kampan ku vegerin ser malên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî