Tuesday, 14 November 2017 17:20

Hêzên Rijêmê Dest bi Êrîşkirina "Hiwêca Gati'h" Dike û Hejmarek Zarok Dikujie

8 zarok bi topxaneyên hêzên Rijêmê hatin şehîdkirin ji encama topbarankirina sivîlên dorpêçkirî li "Hiwêca Gati'h" li nav çemê feratê li Dêrazorê.

Û hin çalakvanan got ku wan pêwendî ligel kesukarên xwe li navçeyê kirine û wan gotiye ku hêzên Rijêmê dest bi êrîşkirina "Hiwêca Gati'h" kiriye, û ew yek bûye sedema kuştina 8 zarokan û birîndarbûna hejmarek jinan.

Û gotin ku Rêjîmê nêzîkî 55 sivîlan ku piraniya wan zarok û jin in girtin, ji wan kesên zêdetir ji deh rojan ji aliyê hêzên wê ve hatibûn dorpêçkirin.

Hevdem ku sivîl xwe radest nakin ji tirsa bidarvekirinên meydanî yên ji aliyê hêzên Rijêmê pêktên, û nemaze ku berî çend hefiyan kiryarên bidarvekirinê li nêzîkî bajarê Meyadîn li gundewarê Dêrazorê li dijî sivîlan hatibûn pêkanîn, berî êrîşkirina li ser wê ji aliyê hêzên Rijêmê ve.

Û çalakvanan hêzên "QSD" bi hevparên dorpêçkirina sivîlên "Hiwêca Gati'h" dîtin, ku pêşî rê li pêşiya navçeyê girt, û paş re xwe ji gundê "Elhusêniyê" vekişand ji bo bicihkirina hêzên Rijêmê û hevalvendên wê.

Tê zanîn ku kampaniyek bi navê "bangewaziya dawiyê" ji aliyê çalakvanan hatibû ragihandin, ji bo rizgarkirina sivîlên dorpêçkirî li "Hiwêca Gati'h" û têde bangewazî li sercem hêzên karîger li ser zemînê ji bo rizgarkirina sivîlan kiribû.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Hêzên Rijêmê Dest bi Êrîşkirina "Hiwêca Gati'h" Dike û Hejmarek Zarok Dikujie