Li bajarokê Tiltemir yê bi ser parêzgeha Hesekê ve roja Yekşemê 13-1-2019 di encama teqîna zopeyekê de mendalekê jiyana xwe ji dest da.
Mandala bi navê Dilvîn Salih Kûtî li nexweşxaneyê ji ber kûrbûna birînên xwe jiyana xwe ji dest da, piştî ku li gel birayê xwe Mezlûm bi agirê sûtemeniya zopeya mala xwe şewitîn.
Bûyerên bi vî şêweyî li bajarên parêzgeha Hesekê rojanene rû didin li gor agahiyên peyamnêrê malpera Hevbendiyê.
Peyamnêrê me ragihand ku mazota ku welatî bi kartînin ji rêveberiya Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD werdigrin, û li gor pisporên petrolê ew metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyan çêdike.
Endzyarê Petrolê Xorşîd Sînan ji malpera me re diyar kir ku ji ber bi karanîna sîstemên kevin di parzûnkirina petrolê de ji hêla PYD mazot ji qirêj û gemarê û benzîn û kazê paqij nabe, û ew yek egera teqîna zopeyan bi welatiyan mezin dike.
Tê zanîn ku ev çend salin PYD mazota ku di Parzûngeha sîstemên kevin de tê parzûn kirin li ser welatiyan belav dike.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê