Jinek ji yên berê di zindanên rêjîma Esed de bû li ser operasiyonên êşkenceya hovane ya derheqê girtiyan de pêk tê axivî, û tekez kir ko tawankariyên cengê yên tirsnak li hindirê zindanan pêktên, li gora ko piraniya raportên mafên mirovan dibêjin.
Girtiya berê di zindanên rêjîma Esed de bû, Ranya Ebdilhekîm, çîroka xwe ya “tirsnak”, li gora salixdana wê, diyar kiriye ko ‘’çend jinên ko wê dîtine û yên dengê wan bihîstiye, di şeş salên ku têde li hemû şaxên ewlehiya rêjîmê êşkence dibûn, hejmara wan di ser 1000î re ye, û piraniya wan bi êşkenceyê şehîd ketine. ‘’
Girtiya 30salî di axaftinekê de ligel toreya Beledî Elexbariye anî ziman ko wê şeş sal di girtîgehên rêjîmê de bûrandine, piştî ko li ser rêbendeke rêjîma Esed hat girtin.
Ranya ya ji bajarê Humsê ye, got “berê min li Şamê bû, rêbendeke rêjîma Esed ez rawestandim. Gotin ku pêdiviya wan du demjimêran bi min heye, şeş salan ez di zindanan de mam, tiştê min dît tu caran min bawer nedikir ko mirov dikarin wisa bikin.‘’
Ranya bêtir got ‘’ çîroka girtina min adara 2011ê dest pê kir, bi tawana ko ez danûstandinê digel çekdaran dikim, û cudabûna efseran dabîn dikim, û teqîna Cisir Elşixûr min kiriye, ez û her sê zarokên xwe Mihemed ê 6salî, Îlaf 4 salî û Meryem a 9 mehî hatin girtin, ew 6 mehan bi min re di zindanê de li leşkergeha Dêr Şimêl man, û hemû cûreyên êşkenceyê bi çavên xwe dîtin, û dîtin çawa ez êşkence dibim, û ev ji bo min ji mirinê xerabtir e. ‘’
Ranya ya ko li Şamê ji şaxeke ewlehiyê dihate guhastin bo yê din, çi yên leşkerî an yên asmanî bin, dibêje “min tiştin dîtin nayêne ziman û mirov nikare bawer bike, ji zorbaziya seksî û sotandin û gurandin û neynûk-rakirinê”.
Ranya ya ko yek ji hezaran girtiyên jin ên ji zindanên rijêmê rizgar bûne ye, di axaftina xwe de tekez kir ko wê hemû girtiyên jin yên li girtîgehên rêjîmê dîtine, wan dixwest bimirin, ji ber ku êşkence ranediwestiya û şev û rojan bi berdewamî êşkence dibûn.‘’
Ranya got ku gava ew vegeriya Humsê û li mirovên xwe geriya, cîranan jê re got ku hemû mirovên wê hatine kuştin, hin di komkujiya Elhola de, û hin jî bi bombebaranê, û hin ber bi Xûta ve çûn û bi bombebarana kîmawî mirin.’’
Ranya destnîşan dike ko piştî derketina wê ji zindanê sala 2017ê, endamên rêjîmê ew li kolaneke Şamê avêtibûn, heyvekê hewil dida ko xwe bi zarokên xwe bide naskirin, lê wan ew nas nekir, ji ber gava ew ket zindanê 24salî bû û ew piçûk bûn û ew nuha 30salî ye.
Ranya di dawiya nameya xwe bang li her kesê şoreşger ê li dijî rêjîmê derketiye kir û got: ‘’bi hezaran jin di zindanên rêjîmê de hene, bi şev û rojan diqîrin, tiştê nedîtî dibînin, hewil bidin wan ji zindanan derînin, çimkî ew berpirsiyariya her şoreşgerekî azadîxwaz e, ji ber ew di ber şoreşê de hatine girtin. ‘’
Jêder : Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî