Çalakvanên bakurê bajarê Humsê eşkere kirin, ku hêzên ewlekariyê û Şebîha , hilmetek girtin û revandinê dest pê kirine, li dijî xelkê koçber yên peymanên agirbesta bi darê zorê berî niha red kiribûn, û paş re vegeroyane malên xwe.
Çalakvanan diyar kir ku rejêma Esed tîmên xwe yên ewlekariyê yên ji bo lêgerînê li bakurê Humisê kom kirine, ji bo girtin û binçavkirina kesên koçber yên ji bakurê welêt vedigerin , ku piraniya wan hatin girtin, û hin ji wan teslîmî çeteyên şebîha kirin, ji bo beramber kujmek pere wan berdin.
Ev yek hevdem tê ligel wergirtina serayên nifûsê li bajarên Sûriyê ji lîsteyan re, yên navê bi sedan girtîyên berê tê hene, ewên di bin îşkenceyê de di girtîgehên Esed de hatine kuştin, û rejîm mikur hatiye ku ew bi “krîzên dil” mirine.
Dezgehên ewlekariyê, ji malbatên şehîdan xwestine, ku serdana serayên nifûsê bikin ji bo standina “belgeya mirinê”.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, rêxistineke serbixwe ye, ji berî çend rojan, raportek derxistibû û gotibû ku hejmara welatiyên Sûriyê yên bi işkenceyê di girtîgehan de hatine kuştin gihiştiye 13066 kesan, di nav de 163 zarok û 43 jin di bin îşkenceyê de hatine kuştin, hevdem ku hêjî çarenivîsa 121 829 ji girtiyan ne diyar e.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê