Îro roja înê 22 Adar ê di encama teqîna mayinên paşmayîn şerê ku li gundewarê Helebê rûdabû, zarokekî jiyana xwe ji dest da û sêyên din jî birîndar bûn.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku “zarokê bi navê Ezîz Ebdil Qadir Ehmed ê (6) salî ji gundê Hemam yê bi ser Cindrêsê ve li bajarokê Ehdaas li bakurî bajarê Helebê di encama teqîna mayineke çandî de jiyana xwe ji dest da, herwiha 3ê zarokên din jî birîndar bûn”.
Zeyno diyar kir ku navê kesên birîndar evin : Îbrahîm Xelîl (7) salî, Bîrhat Xelîl (12)salî, û Ehmed Mihemed(10) yê salî û hemû ji xelkê Efrînê ne.
Her wiha bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê yên li derdora bajarê Helebê de ne.
Tê zanîn ku ta niha bi dehan welatî hatine kuştin û birîndar bûne, di encama teqîna mayinên çandî li gundewarê Helebê.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê