Rojnameya “Jesr” ya Sûrî, bo yekemîn car, lêkolînek ligel wêne û vîdyoyên tomarkirî belav kirine, li ser kiryarên çekdarên PYD li dijî sivîlan di nav de jin û zarok, di dema kontrolkirina Baxozê de, dûmahîk serbazgeha rêxistina çeteyên terorîst ya DAIŞê li gundewarê Dêrazorê.
Rojnameyê bi belgeyên mukim bi rêka parçevidiyoyan du komkujî li adara borî belge kirine, û diyar kiriye ku komkujiya yekemîn bi çekên giran û bi êrîşa balafirên Hevpeymaniya Navnetewî hatibû pêkanîn, û komkujiya duyemîn bi çekên sivik hatibû pêkanîn bi kuştina hemû endamên malbatekê tevlî zarokekî pêçekê bi guleyeke di serî de.
Rojnameyê diyar kiriye ku komkujî bi awayekî bimebest û bi plan hatibû pêkanîn, û got ku li ser laşên qurbaniyan çi birîn yan jî derbên leşkerî, yan jî nîşanên liberxwedanê nînin.
Rojnameyê bal kişand ku tê texmînkirin ku 236 kes hatine kuştin, ji wan162 jin û zarok, û vîdyoyên tomarkirî yên di dest rojnameyê de, kuştina zêdetir ji deh kesan bi xwîneke sar diyar dike.
Û rojnameyê di lêkolîna xwe ya berfireh de gotiye ku tawan bi beşdariya serkirdeyên leşkerî yên PYD, her yek ji “Rêvas” û “Ozan” û “Başûr” û “Agirî” hatine pêkanîn, û rojnameyê bal kişandiye ku “hinek ji wan ji Qendîlê ne” wek amajepêkirinek li ser rêxistina PKK ya terorîst.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî