Bi dehan çalakvan û endamên rêxistinên civaka sivîl li bajarê Qamişlo iroj Pêncşemê 11-10-2018 weke piştgiriyekê bi mindala bi navê Helez re mangirtinek lidar xistin.
Mangirtin di bin silogana ( guleyên we yên bê armanc me dikujin), weke piştgiriyekê li gel mandal Helez ya ku berî çend rojan bi guleyek bê armanc li bajarê Qamişlo birîndar bibû û ta vê gavê rewşa wê ne arame.
Di mangirtinê de silogan bi Zimanê Erbî û Kurdî li dijî diyardeya guleyên bê armanc hatin bilindkirin, û kesên mangirtin pêk anîbûn doza bidawîkirina vê diyardeyê kirin.
Tê zanîn ku di salên dawî de bi dehan kes li bajarên parêzgeha Hesekê bi guleyên bê armanc birîndar bûne û hin ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê