Du zarokên biçûk ên şîrmij li kampa el-Rikban ya li nêzîkî sînorê Urdunê mirin ji ber nebûna rewşa tenduristî û saxlemiya pêwîst li kampê, hevdem ligel berdewamiya dorpêçkirina tund ya ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya li ser şêniyên kampê.
Desteya siyasî ya kampê daxuyaniyek belav kir û têde berpirsiyariya mirina herdu zarokên kêmî yekheyvî xist stûyê Rusya û rejîma Esed.
Daxuyaniyê da zanîn ku pêwîstiya herdu zarokan bi çavdêriya tendurustî ya hûrbîn ya ku li kampê peyda nabe hebû, ji ber dorpêçkirina berdewam ya ji çend heyvan ve.
Desteyê di daxuyaniya xwe de got ku “Rûsya û Esed bi temamî berpirsyar in li hemberî rewşa trajîk ya li kampa el-Rikban ji encama dorpêçkirina dijwar li ser kampê, û rêgirtina li pêşiya derbasbûna xwarin û derman ji bo kampê, ku bûye sedema nemana şîrê zarokan li bazarên wê “.
Û desteyê bi riya daxuyaniya xwe daxwaza sizadana kesên berpirsiyar di ber dorpêçkirina kampê de kir, û gunehbarkirina wan bi kiryarên qirkirinê, û raguhestina wan ji bo Dadgeha Tawanên Navnetewî, piştî beşdarbûna wan di kiryarên dorpêçkirina zêdetir ji 60 hezar kesî de, piraniya wan jin û zarok in.
Tê zanîn ku nêzîkî ji sê mehan ve, kampa el-Rikban bi temamî ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin, bi armanca zêdekirina fişaran li ser şêniyên kampê ji bo koçberkirina wan bi darê zorê ber bi deverên di bin kontrola rejîmê de, û nehêlana kampê.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan got ku wê mirina 921 kesên sivîl ên bi sedema kiryarên dorpêçkirinê ji aliyê rejîma Esed û çeteyên DAIŞê li ser deverên rizgarkirî her ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011 de bi belge kiriye.
Torê diyar kiriye ku 398 zarok û 187 jin di nav miriyan de hene, bi sedema kêmbûna xwarin û dermanan li wan navçeyên dorpêçkirî ji aliyê rejîma Esed berî kontrolkirina wan, bêyî ku navên wan deverên dorpêçkirî ji aliyê Tora navhatî ve bêne destnîşankirin.
Û bal kişandiye ku dorpêçkirina li ser wan deveran bi dawî bûye, piştî kontrolkirina wan ji aliyê rejîmê û koçberkirina piraniya şêniyên wan ber bi bakurê Sûriyê de, lê hêjî kampa el-Rikban ya li rojhilatê Himusê ji aliyê rejîmê dorpêçkirî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Ya Sûriyê