Niştecîhên kampa Der’a Biryara serok Donald Trump ya derbarê Colana sûrî ya dagîrkirî, ya ku bi berfirehî li ser asta Erebî û navdewletî hate rexnekirin protesto kir, û tekezî li ser yekbûa xaka Sûriyê ya bi destê rejîma Esad tê parçekirin kirin.
Duhî roja çarşemê, xwepêşandanek ji aliyê bidehan niştecîhên kampa Der’a, li taxa “Haret Elnazihîn” ji bo protestokirina biryara Trump ya derbarê Colanê hat lidarxistin, bi bilindkirina pankartên prostestokirinê li dijî vê biryarê û dupatkirina ku Colan axa Sûriyê ye.
Û xwepêşsnderan rejîma Esad bi serşoriyê gunehbar kir, li ser hêsankirina dagîrkirina hêzên Îsraîlê ji Colanê re, ji ber siyaseta wê ya sertewandina li ber dijminan û stem û zordariya dijî xelkê Sûriyê, û bal kişandin ku sloganên rejîmê yên li ser berxwedanê bi tenê nivîsên li ser pankartan in.
Herwiha li roja sêşemê li Sweida jî xwepêşandan û nivîsandina li ser dîwaran hatibûn pêkanîn, bi tohmetbarkirina rejîma Esed bi xayintî û radestkirina Colanê bo artêşa dagirkariyê, tevî daxwaza rûxandina rêjîmê, ya navê berxwedan û bergeriyê li xwe dike.
Û biryara Serokê Amerîka Donald Trump li ser Colana sûrî ya dagîrkirî, bi girseyî li ser asta erebî û navdewletî hat redkirin, bi hişyarîdana ji metirsiyên vê biryarê li ser seranserê herêmê.
Çalakvan û rêxistinên mafên mirovan, biryara Trump bi binpêkirina biryara Konseya Ewlekarîyê 497 dîtin, ya ku rewşa hiqûqî ya Colana Sûriyê weke erdên dagîrkirî piştrast dike, û berdana wê bi ser Îsraîlê ve li sala 1981 an red dike, û wê bi neheqî û neyasayî dibîne.
Tê zanîn ku kampa Der`ayê bi sedan niştecîhên ji Colana dagirkirî vedihewîne, ew kesên piştî şikestina di meha hezîranê de sala 1967 ji welatê xwe derketine, û bi helikopteran li deverên cuda yên Sûriyê, bi piranî li kampên penaberên Filistînî civiyane.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û opozisyona sûrî tekez kir ku hewldanên Trump ên ji bo rewakirina dagirkirina Îsraîlê li ser herêma Colanê dibin, wek “binpêkirina yasaya navdewletî û sepandina yasa daristamê ” tê dîtin, û hişyarî da civaka navdewletî li ser “bêdengiya dibe li hember tişta gefê li yekbûna xaka Sûriyê dike “.
Rojnameya “Financial Times”ya Brîtanî di gotara xwe ya destpêkê de gotiye ku biryara Trump biryareke pir tirsnak e, û got ku ew careke din bi sergermî sivkatiyê bi biryarên navdewletî dike .
Jêder : Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî