Şaxê Qamişlo yê Hevgirtina Ciwanên Şoreşê ku bi ser Partiya Elbeʹs ve ne, metingek di çarkoşeya ewlekariyê li bajarê Qamişlo li darxist û tê de siloganên piştgiriya artêşa rêjîma Esed hatin bilinkirin.
Ev çalakî hat di dema ku Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD radighîne ku ew li parêzgeha Hesekê desthilat e.
Rodî Kurdî çalakvaneke ji bajarê Qamişlo ye, ji malpera me ragihand ku çalakiyên rêjîma Esed li parêzgehê berdewam in, û di gelek helkeftan de û bi şêweyekî eşkere endam û alîgirên rêjîmê û partiya Elbeʹs karê xwe dikin.
Kurdî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku PYD, şaxê partiya karkerê Kurdistanê PKK ye, mîna kompaniyek ewlkariyê kar dike, û bi tenê karê wê dijatî û serkutkirina tevgera ciwanan û partiyên siyasî ye
Çalakvanê kurd bal kişand ku wê PYD saziyên dewletê carek din radestî rêjîmê bike, û wê ji deverê vekşe dema ku karê rêjîmê pê nemîne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê