Çalakvan Ferhan Mihemed ji malpra me re ragihand ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYDê duh duşemê 4 Hezêranê êvarî, berpirsê Partiya Yekîtî Demokratî Sûriyê ê bi navê Îbrahîm Mihemed li gundewarê Kobanê girt û ber bi cihekî ne diyar ve bir.
Ferhan Mihemed ku ji xelkên bajarê Kobanê ye tekiz kir ku dema Îbrahîm Mihemed ji herêma Kurdistanê vedgeriya Kobanê li gundê Kortika Şêxan hat girtin, û ber bi cihekî ne diyar ve hat birin.
Her wiha Mihemed bal kişand ku çalekvanên Kobanê ditirsin ji Tirkiyê û hirêma Kurdistanê vegerin malên xwe bo cejnê û ta niha gelek xort hatine girtin.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê ji 28 Nîsan ê de welatiyê bi navê Mehmûd Mistefa Weyso dema ku ji herêma Kurdistanê vedgeriya bajarê Kobanê girt, û 23 Gulanê Ednan Ebûd dema ku ji Tirkiya vedgeriya bajarê Kobaniyê hat girtin û ta niha çarenûsa wan ne diyar e .
jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê