Piştî civata nûnerên hozên Erban û yê Kurdan li gel berpirsên PYD , çekdarên PYD serokê komîta hozên kurdan Fehed Deqorî li bajarê Amûdê binçav kir.
Li gor jêderekî ji malbata Deqorî diyar kir, Fehed bi tawana qaçaxiya şûnwaran hatiye binçavkirin û bûye çend roj di zindanên PYD de ye.
PYD bi heman tawanê kurê Fehed Dr. Salar jî binçav kiriye, û ta vê gavê çarenivîsa wan ne diyar e.
Jêdera ji malbata Deqorî yê nexwest navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku PYD berî demekê ji Fehed daxwaz kiribû ku komîta hozên Kurdan bi dawî bike û karê xwe rawestîne, lê wî doza wan red kir, û tekez kir ku tawana bazirganiya şûnwaran ne rast e û tenê behane ye.
Tê zanîn ku karê komîta hozên kurdan civakî ye û gelek caran piresgirêkên di navbera rêjîma Sûrî û PYD de çareser kirine.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî