Friday, 19 June 2020 20:15

Raporek Mafnasî: 2172 Kes ji Xelkê Elsiwêda Hîn di Zîndanên Rêjîmê de Girtî ne

Tora Sûrî ya Mafên Mirova di rapora xwe de ya duh derketî de anî ziman ku, rêjîma Elesed piştî neh salan hîn eynî şêwe û alavan di rûbirûkirina xwepêşenderên aştiyane de bikar tîne, ew alavên ku rêjîmê di 2011an de bikar anîne, û bi darê zorê deh girtî ji çalakvanên tevgera cemawerî ya dawîn li bajarê Elsiwêda binçavkirî ne.

Û Raporê eşkere kir ku ne kêmtir ji 2172 kes ji nişteciyên Elsiwêda hîn jî di navendên rêjîmê yên fermî û ne fermî ji adara 2011an de ta dîroka duh 18 heyvê li gorî agahiyên tora mafnasî girtî û binçavkirî ne.

Û raporê kuştina ne kêmtir ji 37 kesan ji xelkê parêzgeha Elsiwêda ji ber îşkenceya di navendên fermî û ne fermî yên rêjîmê de tomar kir.

Û raporê bal kişand ser berdewamiya rêjîmê li Elsiwêda di girtina 10 sivîlan de, di nav de Raid Ebdî Elxetîb, û êrîşbirina endamên şaxên ewlehiyê û milîsên girêdayî rêjîmê ser xwepêşandêrên bajarê Elsiwêda.

Û raporê tekez kir ku rêjîm li hember tevgera cemawerî ya bajarê Elsiwêda bi eynî şêwe û alavên ku li hember xwapêşendanên adara 2011an sekinî, wek girtin û binçavkirina kotekî û gef û îşkencekirinê.

Û rapora tora mafnasî ji Civaka Navdewletî û Netewên Yekbûyî daxwaza parastina sivîlan li Elsiwêda ji binçavkirina kotekî û îşkenvekirin kir, û nehêle sernekeftina parastina sivîlên Sûriyê wek yaku di adara 2011an de çêbûye dubare bibe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Raporek Mafnasî: 2172 Kes ji Xelkê Elsiwêda Hîn di Zîndanên Rêjîmê de Girtî ne