Tîma Hevrêzkarên bersivdanê di rapora xwe de ya îro înê derketî de, anî ziman, ku Tîmê 117 binpêkirinên agirbestê yên ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiya ve li bakurrojavayî Sûriyê di heyva remezanê de pêk hatine belge kirine.
Û Tîmê diyar kir ku rêjîma Esed û Rûsiya 79 binpêkirin li deverên gundewarê Idlibê çêkirine, herweha 22 li gundewarê Hemayê û 9 li gundewarê Lazîqiyê û 7 binpêkirin li gundewarê Helebê.
Û Tîmê di raporê de bal kişand ser hejmara derbideran ji deverên wan û çûna gund û navçeyên gundewarên Heleb û Idlibê ji destpêka agirbedtê de gihîşte 1,041,233 kesî, û hejmara kesên vegeriyane deverên xwe yên ku jê derbider bûne gihîşe 277,305 kesî.
Û tîmê tekez kir ku hêzên rêjîma Esed di armanckirina deveran de bi awayekî rojane berdewam in, û rêjîm di binpêkirina agirbesta ku di 5 heyva adara 2020an hatî ragihandin de berdewam e, û rapoê da zanîn ku rêjîm bi mebest dever û taxên nişteciyan li gund û bajarokên gundewarê Idlib armanc dike, daku nehêle sivîl vegerin deverên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî